17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ANKARA
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu got: "Di pergala nû de wê serokwezîrî tunebe. Ew ê serokomar hebe û dibe ku wekî Amerîkayê ku alîkarê serok heye, dibe ku li ba me jî çend alîkarên serokomar hebin. Wezîr wê ji derva werin. Parlemento, wekîl wê qanûnan amade bikin. Qanûndanîn û birêvebirin wê ji hev cuda bin."
Wezîr Eroglu bû mêvanê Maseya Edîtorana Anadolu Agencyê (AA) û rojevê nirxand, bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan da.
Wezîrê Av û Daristanê Eroglu der heqê pêşniyaza guhertina destûra bingehîn de got: "Serokwezîrê me bi Birêz Dewlet Bahçelî re hevdîtin kir. Ew ê jî piştî lêkolînê sewqî Meclisa bilind bikin. Wê deng bidinê. Ez wisa texmîn dikim ku ew ê jimara dengên me zêdetirê 330yî be. Qasî ku ez pê zanim wê ji partiyên din jî beşdar bibin. Yanê ew ê here pêşiya milet. Dibe ku di mehên biharê yê pêş me de referandûmek jî bê kirin."
Eroglu der barê pêşniyaza guherandina destûra bingehîn a AK Partiyê da wiha got: "Helwesta CHPyê xelet e. Qet nebe bibêje 'Em van mijaran wiha biguherînin' em jê ra amade ne. Armanca me ew e ku ji bo dewletê destûra biniherîn a herî baş çêbikin. Bila kerem bikin û werin, her tişt eşkere ye. Ez bawer dikim ku hin parlementerên di nav CHPyê da ku ji dewlet û gelê xwe hez dikin wê piştgiriyê bidin."
Wezîr Eroglu got: "Tirkiye li ciyekî zehf sitratejîk e. Çiqas mezin dibe dewletên ku dixwazin pêşiyê lê bibirin hene. Dibê bi hêzeke mezin bê îdarekirin. Ji bo vê çareyek heye ew jî sîstema serokatiyê ye. Dibê di vê pêvajoyê da herin ber gel. Ji bo ku herin ber gel 330 ray lazim e. Di vê da jî ku bi MHPê ra li hev bikin dikarin pêşniyazî gel bikin. Ya rastî berê dihat gotin gelek xal hebin lê belê xal hatin kêmkirin. Tam serokatiyê bê lê navê wê ew ê bibe serokomarî. Sîstemê serokatî be bavê wê yê serokomarî be."
Eroglu der barê xebatkarên ku ji ber FETOyê hatine dûrxistin de wiha got: "Ji bo ku neheqî çênebe komîsyoneke ji 7 kesan pêk tê heye. Ev komîsyon lêkolînê û teftîşê dike û li ser hemû agahiyan dixebite. Duh êvarê ez jî heta dereng yek bi yek li ser xebitîm ku bila neheqî çênebe. Lê me agahiya 58 kesên ku em ji sedî sed lê bawer in me da Serokwezîrtiyê."