17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ÎSLAMABAD
Serokwezîrê Pakistanê Nazav Şerîf bi merasimeke fermî pêşwazî li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Di merasima fermî ya li avahiya Serokwezîriyê hat kirin de sirûda neteweyî ya her du welatan hat xwendin.
Piştre Erdogan û Şerîf heyetên gel xwe bi hev dan nasîn. Erdogan û Şerîf li avahiya serokwezîriyê ber alayan wêne kişandin. Piştre ji bo hevdîtinê derbasî avahiyekê bûn.
Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak û Tugrul Turkeş, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavûşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan tevî Balyozê Îslamabadê yê Tirkiyeyê Sadik Babur Gîrgîn bi Erdogan re bûn.