Daxuyaniya lijneya HDPyê ya ku piştî ziyareta dawîn a Qendîlê da û daxuyaniya ku KCKyê da hat bibîrxistin, Akdogan li ser vê yekê got "Berê her tiştê di pêvajoyê de tu rawestan û xitimîn tune. Wekî ku hûn dizanin di bûyerên 6-8ê cotmehê de şeht li pêvajoyê ketibû, bûyerên cidî qewimîbûn."
Akdogan got di merhaleya ku nû gihiştinê de tu pirsgirêk tunin û bi awayekî rûtîn berdewam dike.
Akdogan diyar kir "Ev nayê wê wetayê ku dê her roj di rıojevê de be û hin mijar dê bên axaftin" û wiha axivî: "Wekî ku hat diyarkirin hin hevdîtin berdewam dikin. Rê û rêbaz hatiye diyarkirin, li ser naverokê dixebitin û pêvajoyeke ku berdewam dike heye. Ez wisa bawer dikim ku vir civak bi taybetî divê bala xwe nede daxuyaniyên ku ji çiyê tên dayîn divê bala xwe bidê ka hikûmet daxuyaniyên çawa dide, ev dê rastir be."
Akdogan da zanîn ku daxuyaniyên bi vî awayî bi hincet, rêbaz û armancên cuda tên kirin û wiha axivî: "Divê lis er van zêde nasekinin. Li vir a girîng ew e ku 'Gelo hikûmeta ku xwediyê pêvajoyê ye çi difikire' ye. Ez wisa difikirim ku heke ji ser vê li pêvajoyê binêrin dê çêtir be. Dema em bi vî awayî binêrin divê tehedeyên wekî 'hikûmet bila pêngavan biavêje, divê biavêje, çima navêje' bibin li ser aliyê din. Rêxistinê di vê pêvajoyê de çi kiriye."
Akdogan diyar kir ku hikûmet pêngavên girîng avêt û qal kir ku hikûmetê komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ava kir, Lijneya Mirovên Eqilmend ava kir, di meha îlonê de pakêta reforma demokratîk tetbîq kir, di parlementoyê de der barê vê mijarê de qanûnek derxist û telîmata Lijneya Wezîran derxist.
Akdogan pirsa "Gelo aliyê din çi kir?" pirsî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gelo rêxistin wê salê ji Tirkiyeyê derket? Derneket. Digel vê bûyerên asayîşê yên li bajêran da seknandın? Nexêr neda seknandin. Tenê dibêjin ku 'Biryara bêçalakbûnê heye'. Biryara neçalakbûnê heye de gelo di wê pêvajoyê de bi temamî hat tetbîqkirin? Ango tu raserî qereqolan nakî, çalakiyên ku wek çalakiyên terorê tên hesibandin nakî lê bûyerên şîdetê, tehde, tehdît... Me di vê pêvajoyê de her cûre bûyerên asayîşê li herêmê dîtin"
-"Xwediyê vê pêvajoyê em in"
Akdogan got ku ev beriya bûyerên Kobanêyê jî diqewimiyan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "me di vê pêvajoyê de got çi: Parametreyên nû dikevin pêvajoyê. Em girîngiyê didin nîzam û ewlehiya kamûyê. Divê di vê pêvajoyê de ev bi temamî bikevin paşî. Vir ê ku pêngavan diavêje, hewl dide û bi niyedeke baş tevdigere hikûmet e. Lê digel van hat dîtin ku li hember van hemû pêngavên me muqawematek heye."
Akdogan qal kir ku piştî bûyerên Kobanêyê bi awayekî cidî teşebûsa sabotejkirinê çêbûn û got "Xwediyê vê pêvajoyê em in, pêvajoya vebûna demokratîk, pêvajoya Osloyê, pêvajoya yekîtiye neteweyî û biratiyê, Pêvajoya Çareseriyê, me zor da van hemûyan, em hewl didin ku bikin. Hin kesan jî her dem sabote kirin."
Akdogan destnîşan kir ku vir divê tabloyê baş bixwînin û hikûmet bi niyedeke baş pêvajoyê dide berdewamkirin û got "Pêvajo bi awayekî baş berdewam dike, hevdîtin berdewam dikin. Her kes çi dikeve li ser milê wî divê li ser wî bisekine, bila li tiştên ku dikeve li ser milên kesên din nenêre."
Akdogan diyar kir ku di vê pêvajoyê de hin hesasiyetên wan ên bigehîn hene û da zanîn ku bi tu awayî dê destûrê nedin îllegalîte, şîdet, tehde, rêbirîn û mirov revandinê.
Akdoogan li ser pirsa "Hikûmet ji PKK û Qendîlê û HDPyê cuda cuda çi hêvî dike?" wiha axivî: "Berê her tiştê divê ev bêçalakbûn bi tememî bê tetbîqkirin. Ev bêçalakbûn divê rastîn be belavî hemû qadan be. Hûn hem dibêjin 'temem' hem jî pişt re rê dibirin, tehdeyê dikin, gefan dixwin û hewl didî ku xeracê berhev bikî û xendeqan dikolî û hwd.."
Akdogan destnîşan kir ku divê ev bi temamî neyên kirin û wiha axivî:
"Em hesasiyeta ji ber pêvajoyê destnîşan dikin û ji lijneya HDPyê re dibêjin ku : 'Lê binêrin bila di van mijaran de hesasiyet hebe.' Ev nayê wê wateyê ku em ji wan tîkayê dikin. Dewlet hêzdar û bi quwet e ku bikaribe vê yekê bike. Em dê vê mijarê de tewîzê nedin û li ser vê bisekinin. Ji wan bi taybetî daxwaza me ev e. Bila bêçalakbûnê tam tetbîq bikin."
Akdogan destnîşan kir ku divê hemû bûyerên ku vê asayîş û nêrînê xira dikin, ji holê bê rakirin û wiha axivî: "Bûyera ku asayîşê xira dike, çiqas zirarê dide pêvajoyê hin gotinên ku nêrînê xira dikin jî ew qas dibin sedemê şikestinê. Vir bi awayekî derbeyek li piştgiriya civakî didin. Divê ev yek jî bên berterefkirin. Hikûmeta me vir pêngaveke ku civak qebûl nake, navêje. Heke ev pirsgirêk bi rêyeke demokratîk bê çareserkirin, heke ev pirsgirêk bi marîfeta saziyeke siyasetê bê çareserkirin ew çax dê bi piştgiriya civakî bê çareserkirin. Divê vê hesasiyetê jî bidin ber çav."
Akdogan li ser pirsa "Heke HDP di hilbijartinan de ji sedî 10î zêdetir deng nestîne û di parlementoyê de neyê temsîlkirin ev yek dê bandorek çawa li Pêvajoya Çareseriyê bike?" got ku di hilbijartinan de armanc û hedefa her partiyeke siyasî heye.
-"Di nav wan bi xwe de nakokî hene"
Akdogan destnîşan kir ku muxalefet bû yek û namzedek tenê derxist û ev jî hat wateya têrînekirinê û bû sedem ku dengên Demirtaş zêde bibin û wiha axivî:
"Ez wisa bawer dikim ku HDP dê nekare performanseke ku dê wan ji sedî 6-7an derbas bike nîşan bide. Ji ber ku di nav wan bi xwe de nakokî hene. Vir hin partiyên marjînal ên çep. Helwesta wê ew e ku van bîne bal hev lê belê bi van tenê dikarin ji partiyên din , saziyên din dengên emanet bixwazin. Bi dengên emanet dibe ji bo ku 'AK Partî zirarê bibîne' hin mîhrab tehdeyê li aliyan bikin, ez ne bawer im ku jê encamek derkeve lê lis er vê dilîzîn û zorê didinê. Heta niha mijara 'emê wek partî bikevin hilbijartinê' ji bo ku bend bê daxistin wek hêmana tehdeyê bi kar anîn, lê ev nebû. Piştî ku jş Dadgeha Destûra Bingehîn biryareke li gor daxwaza wan derneket vê yekê jî negirt."
Akdogan diyar kir wisa difikire ku bi taybetî piştî bûyerên Kobanêyê rêjeya ji sedî 10ê dengan a HDPyê ya piştî hilbijartina serokomariyê paş ket û wiha axivî: "Gotina tiştên wek 'Em dê parlementoyeke alternatîf ava bikin' jî di siyasetê de tê wateya bêsamîmiyetbûnê. Gelo hûn ji demokrasiyê bawer dikin na bawer nakin? Heke hûn ji demokrasiyê bawer dikin gelo tu carî AK Partiyê serî li tehdîdên wekî 'heke ez ji bendê derbas nebim ez dê wiha bikim' da na na? Ev tê wateya jênebaweriya demokrasiyê."
-"Pêvajo bi êrîşên terorê hat sabotekirin"
Akdogan li ser pirsa "Di ziyareta Serokê Sererkaniyê Ozel de li ser pêvajoya çareseriyê sekinîn an na?" got ku ziyerat ziyareta nezaketê bû. Akdogan got rast nîne ku wateyên din ji vê ziyaretê derxînin û diyar kir ku li ser mijarên memleket û ewlehiyê axivîn.
Akdogan li ser pirsa "Gelo rola Abdullah Ocalan a di rewşa berdest de têrî dike û êrênî ye an na?" wiha axivî: "Helber rola Oclaan heye. Peyama ku di pêvajoyê de da, banga ku di Newrozê de kir, bandora wê ya li ser yekîneyên rêxistinê. Ev nayê wê wateyê ku nirxekî lê zêde dikin, hewce nake ku îllim biçûk bibînin. Rêxistinek heye, heke li ser gotinekî te ew rêxistin çekan berde ev tê wê wateyê ku roleke te heye. Lê em dizanin ku rêxistina terorê car carna dixwaze ku vê rolê vala derxîne."
Akdogan bal kişand ku pêvajo bi êrîşên terorê tên sabotekirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev tê çi wateyê, tê wê wateyê ku hin rêxistin, Qendîl, bi van êrîşên terorê ev pêvajo vala derxistin. Heke rewşeke ku vîna Ocalan jî ket dewrê hebe, ev tê wê wateyê ku teqez hemleyek kirin. Em dibînin ku car carna ji Qendîlê dengên cuda derdikevin û hewla Ocalan vala derdixînin.
Peyama Ocalan a Newrozê, di vê pêvajoyê de ji bo ku fikra çekberdanê çêbe û mezin be, gotina wî ya 'bila êdî çek bêdeng bin, fikir biaxivin' tê vê wateyê; divê fikra çekberdanê divê pêş bikeve'ç Ev tê wateyekê. Îro êdî hewceyî bi gotineke ji vê wêdetir heye. Di vê Newrozê de divê çek bên berdan pênageveke pêşketîtir û peyamek din hewce dike. Ew jî gotin dibe ku gotineke ji bo çekberdanê be. Divê bangeke ji bo çekberdanê û bi temamî dawîlêanîna çalakiyên li ser Tirkiyeyê bê kirin. Ez wisa difikirim ku dê wateyek vê çêbe lê em dizanin ku berê niha car carna bangên Ocalan vala hatin derxistin."
-"DÎŞI ji Kobanêyê derket lê hê jî li herêmê ye"
Akdogan li ser pirseke der barê pîrzobahiyên kurdan ên ji ber hakimiyeta kurdan a li Kobanêyê de got ku dibe ku DÎŞI ji Kobanêyê derketibe lê hê kî çalakiy3en xwe yên li herêmê berdewam dike, ev yek pirsigirêke."
Akdogan got ku hin alî helwesteke wisa nîşan didin ku mitov dibêje li Kobanêyê dewleteke serbixwe hat îlankirin û ev yek rast nîne û wiha axivî: "Ev dibe lîstikek. Tişteke ku ji vê zêdetir be jî nabe. Tirkiye bi endîşeyên mirovahiyê li mirovên wir xwedî derket. Wir tê dîtin ku bajêr di çi halê de ye. Gelo rêxistina wir karî ku mirovên wir biparêze û li wan xwedî derkeve? Nekarî. Em li wan xwedî derketin. Divê vê rastiyê jî bibînin."
news_share_descriptionsubscription_contact
