Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Îro jî li Sûriyeyê, li Iraqê rêxistineke terorê, DAÎŞ heman rêyê teqîb dike, di şaristaniya me, çanda me û kevneşopiya me de çi hebe talan dike. Di pirtûkxaneya Mûsilê de 8 hezar berhemên bêhempa hebûn. Mixabin rêxistineke wiha ev pirtûkxane şewitand. Beriya wî jî li Tîmbuktuyê bûyereke bi vî rengî derket. Her çend xwestin ku şaristaniya me tune bikin, lê şaristaniya me têk neçû û bi ser ket, înşallah wê bi ser bikeve."
Erdogan li Topxaneya Amîreyê beşdarî merasima vekirinê ya pêşandina hunerên klasîk ya bi navê "Ji Kelamê heta Qelemê Hevdîtina Mezin" bû û li vir axivî û wiha got:
"Ji bo medeniyeta me agahî, perwerde, pirtûk, pirtûkxane pir girîng in. Bi gotineke din ve medeniyeta îslamê medeniyeta ilim, îrfan û pirtûkê ye. Di bingeha vê medeniyetê de 'Bixwîne' heye. Pêxemberê me dibêje ku ji dergûşê heta gorê ilim hîn bibin. Em behsa medeniyeteke wiha dikin. Dibe ku çîniyan kaxiz dîtibin, lê yên ku bi heqî ew kaxiz bi kar anîne û gîhandine rojava û herêmên din, ecdadê me ne."
Serokomar Erdogan got ku dostekî wî yê iraqî çendek berê jê re got: "Mixabin pirtûkxaneya me ya Mûsilê şewitandin, talan kirin. Her wiha mizgeft û tirbeyên me tên şewitandin, bombebarankirin û talankirin." Erdogan wiha dewam kir:
"Di pirtûkxaneya Mûsilê de 8 hezar berhemên bêhempa hebûn. Mixabin rêxistineke wiha ev pirtûkxane şewitand. Beriya wî jî li Tîmbuktuyê bûyereke bi vî rengî derket. Her çend xwestin ku şaristaniya me tune bikin, lê şaristaniya me têk neçû û bi ser ket, înşallah wê bi ser bikeve. Avrûpayê li Girnatayê milyonek pirtûk şewitandin, lê wan ronesansa xwe li ser kelepora wan pirtûkan ava kir. Her çend li Sûriyeyê, li Iraqê û her derê ku medeniyeta me lê ye, pirtûk werin şewitandin jî pirtûk di pirtûkxaneyan de bê xwedî bimînin jî, em ê dîsa li ser kelepora van pirtûkan pêşeroja xwe ava bikin."
Serokomar Erdogan piştî vekirina pêşandanê Kulûba Sporê ya Topxane Tayfûnê ziyaret kir.