BAKU
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê meseleya Karabagê de got: "Heta ku bihustek axa Azerbeycanê bimîne, Tirkiyeyê ligel têkoşîna Azerbaycanê be. Tirkiye û Azerbeycan wê ji bo aştiya herêmê mil bidin hev da ku aştî were herêmê. Tirkiye li dijî helwestên neyênî yên dijî Azerbeycanê ye."
Serokwezîr Davutoglu li Bakuya paytextê Azerbeycanê di çarçoveya karên fermî de li Qesra Serokomariyê ya Zagulbayê bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
Davutoglu diyar kir, ji ber ku ew li Bakuyê ye, li warê bav û kalan e, pir kêfxweş e.
Davutoglu destnîşan kir ku ferqa Tirkiye û Azerbeycanê ji bo wan tuneye û wiha dewam kir:
"Li gor me xizmeta ji bo Tirkiyeyê çi be, ji bo Azerbeycanê jî ew e. Berê jî niha jî ez Azerbeycanê wek warê bav û kalan dibînim. Ji vir û şûnde em çiqas ji bo Tirkiyeyê bixebitin, em ê ew qasî ji bo Azerbeycanê jî bixebitin. Dinya alem dizane ku em hevdu diparêzin."
"Azerbeycan ji bo me evîn e"
Davutoglu got: "Azerbeycan ji bo me evîn e, sewda ye û mihabetek e" û wiha dewam kir:
"Deynê stûyê min e ku ez bi wesfê xwe yê Serokwezîrtiyê ve têkiliyê, evînê xurttir bikim. Me silava 77 milyonî ji Birêz Aliyev re anî."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz û hin têkildarên din beşdarî civînê bûn.