Li Adiyamanê nunerên saziyên civakî yên Sîvîl li hember terorê yek tevdigerin. Nuner dibêjin ku bûyerên terorê dibe sedem ku hêza Tirkiyeyê kêm bibe, lê ew bawer dikin ku aqlê selîm wê car din pêk bê û pevçûnê dawî bibin.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê yê Adiyamanê (ATSO) Mustafa Uslu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hêzên derve hewl didin ku hêza Tirkiyeyê li herêmê kêm bibe û wiha axivî: "Her kes dibîne ku Tirkiye li herêmê mezin dibe. Bi van bûyerên terorê yên dawîn ve hewl tê dayîn ku hêza Tirkiyeyê kêm bibe, qeyrana aboriyê çêbibe. Xeberên cangoriyan her kesî xemgîn dike. Divê em avekî li ser vî agirî bireşînin. Ev wezîfeya her kesî ye."
- "Hewcedariya Tirkiyeyê aştiyê heye"
Serokê Kooperatîfa Kefaleta Krediyê ya Hunermend û Esnafan a Adiyamanê Abuzer Aslanturk jî got ku ji ber terorê aborî paş ve çû, mirovên bêsûc û bêguneh yên ku xizmeta welêt dikin mexdûr dibin.
Aslanturk got ku hewcedariya Tirkiyeyê aştiyê heye û wiha axivî: "Divê siyasetmedar di vê mijarê de bi hev re tevbigerin. Divê guh nedin berjewendiyên partiyê an rayan kêmhildanê û li vî welatî terorê dawî bikin. Binêhêrin welat hate çi halî. Divê em ya di destê xwe de winda nekin."
Serokê Komeleya Hevkariya Pîşeyê ya Mixtarên Tax û Gundan a Adiyamanê Abdulkadîr Geylanî Taş jî got ku ew dixwazin bilez teror dawî bibe û wiha axivî: "Kurd tu carî şer naxwazin. Em di bin alaya tekane de wek bi gelekî tekane amadene ku welatê xwe biparêzin. Hêzên derve yên ku naxwazin li Tirkiyeyê îstiqrar çêbe û Tirkiye pêş ve biçe van lîstikan dilîzin. Gelê herêmê vê baş dizane. Ji ber vê jî divê kes guh nede van lîstikan û bi qalekî selîm tevbigere."
- "Divê em guh nedin provokasyonan"
Serokê Kooperatîfa Kefaleta Krediyê ya Hunermend û Esnafan a Nû ya Adiyamanê Mustafa Salman jî got ku ew ji ber xeberên cangoriyan xemgîn in û wiha axivî: "Hêzên derve dixwazin ku welatê me bînin wek rewşa Sûriyeyê û hewl didin welatê me tevlihev bikin. Divê em guh nedin tevgerên wiha."
Serokê Baroya Adiyamanê Hasan Demir jî got ku provokator bûyerên terorê gurtir dikin û welatiyên li herêmê ji ber vê xemgîn in.
Demir wiha axivî: "Ev gel bi salane bi hev re dijî. Tişta wan a hevpar îslam e. Dema ku we ev ji holê rakir mixabin îdeolojî tên bikaranîn. Hewl didin ku havînê gelê kurd biguherînin. Ji ber ku destûrê nedin wan divê kî ji destê wî çi bê bike."