TBMM
Serokê Meclisê Cemîl Çîçek got, "Di mijarên Sûriye û Iraqê de ji Tirkiyeyê hêviyeke mezin heye. Divê her kes xwe bixe şûna me û wisa ji me tiştan hêvî bike. Pirsgirêka me ji dûr ve hêsan xuya dike lê belê wisa nîne. Mijareke pir tevlihev li pêşiya me ye."
Serok Meclisê Çîçek li Meclisê bi Serokê Parlementoya Danîmarkayê û heyeta bi wî re hat bal hev.
Çîçek di axaftina xwe de diyar kir ku endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo herdu aliyan jî girîng e û got di mijara endamtiya YE de derî li pêşiya Tirkiyeyê mihkem hatiye girtin lê belê em ê dîsa jî têkiliyên xwe bidomînin.
"Em ê yan tam bibin endam yan jî nabin"
Çîçek destnîşan kir ku di hin mijaran de li bendê ne ku Danîmarka piştgiriyê bide Tirkiyeyê û ji van mijaran yek jî endamtiya YEyê ye.
Çîçek diyar kir ku hin welatên endamên YEyê ji bilî endamtiyê teklîfên cuda tînin pêşiya Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Em vana wek tiştekî rast nabînin. Em ê yan bibin endam yan jî nabin. Em ji dostên xwe piştgiriyeke taybet naxwazin, em dibêjin li hemberî me objektîf bin. Ji bo hin siyasetên xwe yên navxweyî anstengan dernexin pêşiya me.
Niha mijar nema ku Tirkiye muzakere bike. Di hin mijaran de aliyê Rûm a Başûr di hin mijaran de jî Fransayê dibe asteng. Hin sernavên muzekereyê jî ji me re negotin. Mijar hatin vekirin lê krîterên dawîkirinê nehatin gotin. Lê dema ku ji derve lê dinêrin Tirkiye wek muzakereyê dide xuya dike. Niha rewşeke trajîkomîk li holê ye. Tirkiye vê heq nake.
Li Tirkiyeyê Wezareta YEyê heye. Ev wezaretê çi karî bike. Derî hatine girtin. Dîwarên bilind hatine avakirin. Lê wezaretek heye. Ew ê çi karî bike?"
"PKK dixwaze ku li ber çavê civata Rojavayê xwînşirîn xuya bike."
Çîçek destnîşan kir ku PKK hê li Tirkiyeyê çalakiyên dereqanûnî li dar dixe û wiha got:
"PKK rê dibire, merivan direvîne, ku firsendê bibîne çalakiyên bombekirinê dike. PKK vê taybetiya xwe hê diparêze. Duh 3 xwendingeh şewitandin. Hovîtiyeke ji vê zêdetir tu heye? Lê heke li wê derê zarok bimirana. Lê niha xwe wek saziya xêrê nîşan dide. Bi taybetî jî piştî bûyerên li Iraqê wisa dike.
PKK wer dixebite ku bi têkoşîna ku li dijî DÎŞIyê dide ve li ber çavê civata Rojavayê xwînşirîn xuya bike. Înşaellah civata Rojava yê bi vê sêrbaziyê bawer neke. Ev rêxistin wek rêxistina terorê dewam dike.
Em wek Tirkiye li dijî hemû teroran in. Hezkî etnîk, hezkî îdeolojîk, hezkî radîkal be. Kîjan dibe bira bibe. Lewra Tirkiyeyê ji her sê teroran jî zehf kişand. Ji ber vê yekê em li dijî hemû teroran in. Nav ewqasî girîng nîne.
Divê civata navneteweyî bûyerên li Sûriye û Iraqê rind binirxînin û xetayên ku berê kirin dîsa nekin. Divê li dijî terorê bi biryardarî bisekinin."
"Em amade ne ku dîroka xwe carke din jî binirxînin"
Cemîl Çîçek diyar kir ku salvegera 100emin a bûyerên 1915an nêzîk ket û dîasporaya êrmeniyan vê li dijî Tirkiyeyê wek kampanyaya rûreşiyê bi kar tîne.
Çîçek destnîşan kir ku di vê mijarê de hedefa wan parlemento ne û wiha pê de çû: "Dixwazin ku ji parlementoya biryaran derxin û li Tirkiyeyê wek kampanyaya rûreşiyê bi kar bînin. Divê parlemento di vî karî de hişyar bin. Ev karê dîrokvanan e. Em amade ne ku dîroka xwe carke din jî binirxînin. Dîrokvanên kîjan welatî dixwazin ku di vê mijarê de bixebitin em amade ne ku bi wan re komisyoneke hevpar ava bikin. Em amade ne ku hemû belgeyan bidin wan jî. Ev karê parlementoya nîne. Heke wisa be her kes dikare der barê kesên din de biryaran bide."