Li Şirnexê piştî êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî birin ser ekîba polêsan operasyon dan destpêkirin, di operasyona ku ji hewayê piştgirî dane de 6 terorîst hatin kuştin.
Terorîstan li rêbeja Şirnex-Ûlûdereyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşê ekîba polêsan a ku sepan dikir, kir û pişt re reviyan. Operasyona ku ji bo girtina terorîstan dan destpêkirin û ji hewayê piştgirî didinê berdewam dike.
Firokeyên Kobrayê yên ku ji Fermandariya Tumena Sînor a Jendirmeyan a 23yemîn radibin, gule barandin ser guzergaha revê ya terorîstan. Hat ragihandin ku di operasyonê de 6 terorîst hatin kuştin. Ji ber ku mij heye û mesafeya dîtinê kêm bû, li herêmê operasyon berdewam dike.
Di kîlometroya 2yemîn a rêbeja Şirnex-Ûlûdereyê de mensûbên PKKya rêxistina terorê dora saet 05.30yan de bi wesayîta bombebarkirî êrîş biribû ser ekîba polêsan a ku sepan dikir. Di êrîşê de 2 polês cangorî bibûn û 5 polês jî birîndar bibûn.
Ji ber êrîşê rêbej ji trafîkê re hatibû girtinî bi barkêşê 2 wesayîtên polêsan ên bi zirx ên ku xisar tê de çêbibûn li tirê bar kirin û birin.