22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
TBMM
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axafitna xwe ya meclisê da got, "Haya me ji rêxistinên terorê yên cihêxwaz hebû. Me bi DAEŞê zanibû, me bi PYD û bi YPGê zanibû. Haya me ji vana hebû lê terîfkirina vana cuda bû. Çi digotin, digotin 'evana di heman demê da komeke dînî ne, bi perwerdeyê ra eleqeder dibin, karê vana bi çek tune ye.' Karê vana yê bi çek ji yên din cudatir e. Van xayin û namerdan bi hemû çek, balafir, helîkopter, tank, top, çekên giran ên ku bi perê vî miletî hatine sitandin, êrîşî vî miletî kirin."
Serokomar Erdogan: "Min nedixwest em piştî hewla çekdarî ya li dijî dewleta hiqûqê ya demokratîk bihatana bal hev. Mixabin, em piştî hewldaneke wiha hatin bal hev. Gava ku ez di avahiya parlementoyê da geriyam, ji ber dîmenên ku min dîtin xemgîn bûm. Kesên ku ev hewl dan, ne bawerim ewladê vî miletî bin."
Serokomar bal kişand li ser rêxistinê terorê û wiha dewam kir:
"Haya me ji rêxistinên terorê yên cihêxwaz hebû. Me bi DAEŞê zanibû, me bi PYD û bi YPGê zanibû. Haya me ji vana hebû lê terîfkirina vana cuda bû. Çi digotin, digotin 'evana di heman demê da komeke dînî ne, bi perwerdeyê ra eleqeder dibin, karê vana bi çek tune ye.' Karê vana yê bi çek ji yên din cudatir e. Van xayin û namerdan bi hemû çek, balafir, helîkopter, tank, top, çekên giran ên ku bi perê vî miletî hatine sitandin, êrîşî vî miletî kirin."
- Qadan vala nehêlin
Serokomar Erdogan: "Li gor xwe kordînat xwestin, lê nebû. Erê hûn hatin we li meclisê xist, ev meclis meclisa milet e. We hewl da ku hûn li nûnerên milet, wate hûn li miletê bixin. Vaye ji ber vê yekê gava ev birayê we bi telefona desta bi televîzyonan ra têkilî danî, gava ku min bi milet ra têkêlî danî, ji 81 wîlayetan milet ber bi qadavan meşiya, eha wan ev hesab nekiribû. Min bangî miletê xwe dikir, min got heta emrekî duyemîn qadan vala nehêlin."
-Divê ji kokê va were hilkirin û paqijkirin
Serokomar Erdogan: "(FETO) ev vîruseka wisa ye ku cih guhertiye. Divê ev ji kokê va were hilkirin û paqijkirin, heta carinan ev paqijkirin jî têrê nakin. Dibe ku ji cihekî ku hûn qet texmîn mekin dîsa serî hildin. Lê em mecbûrin ku vê îhtîmalê ji holê rabikin ku bikaribin di rêya xwe da bimeşin. Evana dikarin xwe pir baş veşêrin. Ji bûkalemûnan ra bêhurmetî ye lê ji wê wêdetir in.
Ez wisa zen dikim ku miletê xwe pir baş nas dikim û bawer im jî ku helwesta miletê min ya di vê bûyerê da ji dinyayê ra bû mînak. Elhemdûllîlah miletê min li pêşiya tankan sekinî, miletê min tevî jin û zarokan va hemû ber bi şahadetê va meşiyan. Min duh bi mêr û zarokê xanima li Esenlerê ra hevdîtin kir. Tenê tiştek digotin, 'rêya te rêya me ye."
-Îlankirina rewşa derasayî
Serokomar Erdogan: "Hinek dibêjin ku 'di rewşên wiha de ji hêla fînansê va mirov dikeve tengasiyê.' Lê Tirkiye wê nekeve tengasiyeke wisa. Di vê meselê da amadehiyên me hene.
Tabî li vê derê mijareke din ya ku tê îstîsmarkirin heye. Ew çi ye, 'wê aborî têk here.' Aborî têk naçe. Niha hikûmeta me îdare dike. Hêzên Çekdar û yên din hemû li ser wezîfeya xwe ne. Heman şiklî polêsên me jî li ser wezîfeya xwe ne. Bila be, gelo ya normal çi ye? Wê hikûmet wekî berê wezîfeya xwe bike, bereksê vê wê berpirsiyariya walîtiyan jî zêde bibe yanê divê mijarê da wê hêza waliyan zêdetir bibe. Herwiha wê li bajarên me xebatên me yên di qada aboriyê da, xebatên miteşebusê wê li gor berê zûtir bigihîjin encamekê."
Serokomar Erdogan di dawiya axaftina we da got: "Rewşa derasyî hat îlankirin, ez ji vir bangî wan kesên ku ji ber vê yekê bihayê hin ber û berheman zêdekirin dikim; heke teşebuskarê wiha hebin bila bizanibin ku wê darê dewleta me li ser serê wan be."