23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2023
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da kanala France 24ê û pirsên der barê hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bersivand.
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Der barê derbeya ku bi ser neket da gelek pirs hene. MÎTa we di saet 16.00an da tê agahdarkirin, lê haya we bi fermî di saet 20.00an da çêdibe û hûn ji derbekaran xilas dibin. Hûn bi şefê MÎTê ra hatin bal hev, gelo îstifaya xwe pêşkêşî we kir, gelo wê der heqê wî da sepandin hebin an na, yan jî wê der barê Sererkan da tiştek hebe?" wiha got: "Him der barê Misteşarê MÎTê da û him jî der barê Sererkan û fermandarên din da ti tiştekî li holê tuneye û biryarek nehatiye hildan."
- "Dema meriv ji avê derbas bibe hespa xwe naguherîne"
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Helbet dema em biryarên wiha hildin, em ê bi Serokwezîr ra rûnin, binirxînin û biryara dawîn bidin. Niha em di pêvajoyek da derbas dibin. Li cem me gotinek heye, dibêje 'Dema meriv ji avê derbas bibe hespa xwe naguherîne'. Niha em di pêvajoyeke wiha da ne û xebatên me yên bi hevalan ra dewam dikin. Ez vê bi eşkereyî bibêjim, kêmasiya îstixbaratê heye. Em bînin bîra xwe. Dema li dijî quleyên li Amerîkayê êrîş hat kirin kesî negot îstixbaratê çi dikir û kêmasî heye yan na? Kesî pirseke wiha nekir. Li Fransayê jî bûyereke wiha çêbû, gelo li wir jî kêmasiya îstixbaratê tuneye? Lê dîsa jî em bi Serokwezîr ra xeber bidin, bişêwirin û çi hewce bike em ê bikin. Niha hemû li ser karê xwe ne."
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Wî bi xwe îstifaya xwe neda?" wiha got: "Na. Tiştekî wiha tuneye."
- "Divê em vê rêxistina terorîst ji holê rakin"
Erdogan li ser pirsa "Piştî hewldana derbeyê operasyona dest pê kirin û wê operasyon heta çi çaxê dewam bikin?" diyar kir ku di vê mijarê da nikare tiştek bibêje û wiha dewam kir: "Ev yek lazim e ewilî bê dîtin. Nifusa Tirkiyeyê niha 79 milyon e, di nav Tirkiyeyê ya ji 79 milyon kesî pêk tê lazim e em hemû saziyan ji vê avahiya xerab û rêxistina terorê paqij bikin. Heke em paqij nekin emê berdêla wê pir giran bidin. Mesela me di navbera 34-35 salan da ji rûyê rêxistina terorê ya cudaxwaz da mixabin 40 hezar şehîd da, em bi wan ra jî di têkolîneke wiha da bûn. Niha binihêrin em li dijî wan jî bênavber operasyonan didomînin û rewşeke wiha heye. Niha li vê derê ew jî di nav 40 salî da di saziyên dewletê da bi cih bûne û lazim e em jî wan bicihbûnên ku ev 40 sal e dewam dike tespît bikin. Ew mîna mîkroba qansêrê xwe dizeliqînin, lazim e em bi awayekî herî îdeal koka wan bînin ku careke din dewlet rastî pirsgirêkeke wiha neyê."
- "Ev rasterast li welatê me hewldana derbeyê ye"
Rexne û bertekên ku welatên Rojavayê ji ber operasyonên dijî derbekar, sazî û kesên bi wan re têkîldar in tên kirin, nîşan didin û dibêjin di rewşa deresayî da be jî heq û hiqûq divê neyê binpêkirin ji Serokomar Erdogan hat pirsîn û wî jî got: "Ez niha çi dibêjin ez guh nadim wan û pir jî eleqedar nabim. Mînak li Fransayê 3 meh, paşê 3 mehên din û herî dawîn jî 6 mehên din qanûna Rewşa Derasayî hat îlankirin. Li Belçîkayê, ji ber bûyeran li Fergusona DYAyê, li Munîha Almanyayê hat îlankirin. Çend kes mirin? 6 kes. Min gava din ji were qala 246 kesan kir. Ev rasterast li welatê me hewldana derbeyê û gaveke ji bo xerakirina dewletê bû. Ez cara ewil vê ji France 24ê ra dibêjim. Binihêrin niha îtirafçiyên wan hene telîmat ji kê derê hildane dibêjin. Ji wan yekî ku Serokê me yê Sererkaniyê dîl girtibûn ji hedê xwe derbas dibe û dibêje 'Em we bi lîderê xwe yê kaînatê Fetullah Gulen ra bidin xeberdan.' evqas ji hedê xwe derketine."
- "Hûn li pişt derbeyê ne an li aliyê dewleta hiqûqê ne?"
Rewşa derasayî ya li Fransa û ya li Tirkiyeyê dan ber hev û Serokomar pirsek pirsîn li ser vê Serokomar Erdogan got ku dibê herdu rewşên derasayî cuda ne, rewşa li Fransayê li ser bûyereke terorê hatiye îlankirin, rewşa li Tirkiyeyê li ser hewla derbeya çekdarî hatiye îlankirin. Erdogan got ku dibê cudahiya di navbera herdu rewşan da rind bê zanîn û wiha axivî: "Nika dibê ez bi taybetî ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê bipirsim: Hûn li pişt derbeyê ne an li aliyê dewleta hiqûqê ne?"
Erdogan pirsî ku gelo bingeha rexneyên ku YE der barê mijarê da dike ji kîjan agahî û çavkanî ne û wiha got: "Heke çavkaniya agahiya wan şaş be dibê wê çaxê kesên li mewqiyên rayedar rûdinin di valahiyê da dimînin û wê gavê şaşiyê dikin. Nika karên ev dikin tiştekî nîşan didin: Hûn yan ji rêveberiya karên wiha da bê qebiliyet in an jî we rikê xwe kutaye."
Erdogan der barê hevdîtina ku ew ê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bike da jî got, "Ez wisa difikirim ku pirsgirêkek dernekeve em ê di orta tebaxê da werin ba hev."
- "Me çawa ku xwe gihande pêvajoya normalbûnê tevîdîrê kêm bibin"
Ji Serokomar Erdogan pirsîn ku gelo piştî bûyeran xwe di xetereyê da dibîne an na li ser vê Erdogan wiha axivî:
"Helbet di rewşên wiha da dibê tevdîr bên sitandin, lê belê dema ku ez çûme Parîsê min tevdîrên li wê derê dîtin, tevdîrên me li cem tevdîrên wan kêm in. Em nika di nav halê hewla derbeyê da ne. Her alî bi gul û gulistan nîne, ji ber vê jî em ê tevdîrên xwe bikin û li gor wê gavên xwe biavêjin. Me çawa ku xwe gihande pêvajoya normalbûnê tevdîrê kêm bibin. Dinya çi dike, hemû dewletên pêşketî çi dikin nika em jî wê dikin û em ê bikin jî. Hela bînin ber çavên xwe Parlemento tê bombekirin, avahiya Serokomariyê tê bombekirin, avahiya Serokwezîriyê tê bombekirin, teyare li vê derê 2 ciyan bombe dikin. Nika dema ev tên kirin hûnê tevdîrên xwe hilnedin?"