Cîgirserokê Komîsyona Nirxandinê ya Pêvajoya Çareseriyê û Parlementerê AK Partiyê Abdulkerîm Gok got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê me guhdariya fikr û ramanê her kesî kir. Divê ku em hafizaya berê deynin aliyekî û ji bo aşitiyê hev hembêz bikin."
Gok, der barê rapora komîsyonê ya 450 rûpelî de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Gok daxuyand ku ev pirsgirêk heta niha dihat nîqaşkirin û der barê vê de siyaset dihat kirin û digotin "hûn min hilbijêrin û ez bibim îqtidar, ez ê li Ankarayê vê pirsgirêkê çareser bikim."
Gok diyar kir ku Piştî bûn îqtidar, li ser van pirsgirêkan nîqaş kirin û xeber dan, lê li her derê ev tişt gotin: "Siyaset tenê pirsgirêkan nîqaş nake û tenê pirsgirêkan tesbît jî nake. Çawa ku di platformên demokratîk de li ser pirsgirêkan nîqaş dike, ji bo pêdiviyên van pirsgirêkan, gavan jî diavêje. Ango der barê aborî, polîtîka û siyasetê de pirsgirêk hebin, divê ku em van çareser bikin. Navên cûr bi cûr li vê pirsgirêkê kirin û gotin 'pirsgirêka rojhilat, pirsgirêka kurd û pirsgirêka aboriyê. Lê min wiha got: "Ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Ev pirsgirêk hem ya rojhilatiyekî, hem jî ya rojavayîyekî ye û hem ya başûriyekî hem jî ya bakurîyekî ye. Ev pirsgirêk ne tenê ya kesan e."