Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan piştî vekirina komî, li Qada Selîmyeyê ya Edîrnê bangî welatiyan kir: "Hetanî îro tu kesê nekarî serê meclîsa gel û hîkûmeta ku ji nav wê meclîsê derket, bitewîne û piştî niha jî nikare."
Erdogan got: "Beriya her hilbijartinê seneryoyên qirêj derdikevin holê, îro jî dîsa ev senaryo hatin rojevê. Hemd ji Xwedê re gelê min, di 7 hibijartinan de jî guh neda van senoryêyên qirêj. Heke dek û dolab û dafikên wan hene, bila miraq nekin yên gel jî hene. Heke hisabeke wan heye, bila miraq nekin hisabeke Xweda jî heye."
- Efûya bêsînor tuneye
Serokwezîr Erdogan got: "Efûya bêsînor tuneye. Xwendekarên ku me efûya bêsînor da wan, zanîngeh zivirandine qadên terorê. Ji niha pê de em destûrê nadin ku tiştên wiha pêk bên. Azadiya her kesê, heta sînorê azadiya yekî din e. Heke ev sînor bê binpêkirin, wê demê navê vê 'mudaxale' ye û em vê qebûl nakin."