Nihat Kavşut
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
Wezareta Karên Derve der barê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê de ragihand ku, "Em destnîşan dikin ku digel hişyarî û pêşniyazên dostane yên li ser mijara referandumê, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya referandumê naguherîne. Loma jî divê baş bizanibe ku dê muheqeq israra di referandumê de hebe
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva de hat diyarkirin ku biryara Meclisa Nûnerên Iraqê ya "Referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze bike ne yasayî ye û ev hewldan tê redkirin" ku di 12ê Îlonê de stendibû bi memnûniyet hatiye pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku Tirkiyê berî niha jî çend caran bi daxuyaniyan bal kişandiye ser xeterên referandumê û diyar kiriye ku di serî de ji bo Herêma Kurdistana Iraqê û xelkê "dost û bira" yê Iraqê rîskan dihebîne. Di heman demê de hat diyarkirin ku Tirkiyê nêrîna xwe ya der barê vê hewldanê de bêyî ku rê bide şik û gumanan derbasî qeydan kiriye.
Di daxuyaniyê de van îfadeyan cih girt:
"Em biryara Meclisa Nûnerên Iraqê ya 12ê Îlonê, wek îfadeya herî zelal a li ser ehemmiyeta yekparçeyiya axa Iraqê û yekîtiya wê ya siyasî dibînin û bi awayekî bihêz destek dikin."
Wek din hat ragihandin ku digel hemû hişyariyên endamên xwedî hesasiyet ên raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyê serkirdayetiya Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya biisrar didomîne û daxuyaniyên "hestiyar" didin. Hat destnîşankirin ku ev daxuyanî cihê "fikarê" ne û wiha hat domandin:
"Em destnîşan dikin ku digel hişyarî û pêşniyazên dostane yên li ser mijara referandumê, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya referandumê naguherîne. Loma jî divê baş bizanibe ku dê muheqeq israra di referandumê de hebe. Loma em bangewaziyê li Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku bi eqlekî selîm hereket bike û dest ji vê helwesta xwe ya xelet bikişîne.
Tirkiye dixwaze têkiliyên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeheke destûrî û adilane bimeşin û daxwazên Herêma Kurdistanê yê ji nelihevkirina destûrê diqewimin bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo têkiliyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî li ser esasê yekparçeyiya axa Iraqê bimeşin, yekîtiya siyasî pêk were û fêdeya dualî bi dest bikeve Tirkiye bi vê helwestê amade ye her cure piştgiriyê bide."