Sevim Hatun
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
ANKARA
Wexta cinazeyê Hatun Tugluka diya Aysel Tugluka parlementera berê ya di girtîgehê de li Goristana Taxa Încekê wê bihata definkirin, şêniyên taxê bertek nîşan dan, li ser vê cinaze ji goristanê birin Cemxaneya Pîr Siltan Evdal.
Li gor agahiya ku hat sitandin, wexta cinazeyê Hatun Tuglukê li Goristana Taxa Încekê dihat definkirin, şêniyên taxê bertek nîşan dan. Li ser vê Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPê Aysel Tugluka ku bi îzneke taybet ji girtîgehê derket û beşdarî merasima cinaze bû xwest ku cinazê diya xwe ji wir bibe lê belê hêzên ewlekariyê yên ku li wir gotin ku ji bo neqilkirinê destûr tuneye. Malbatê digel îtiraza polêsan cinaze ji goristanê derxist.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Waliyê Enqereyê Ercan Topaca jî ji bo bûyer mezin nebe hatin Goristana Încekê.
Paşê cinaze bi wesayita cinaze birin Cemxaneya Pîr Siltan Evdal.
Cinazeyê ku rakirin morga cemxaneyê tê payin ku sibê danê sibê bibin Tunceliyê.