Elif Orhan
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag dê îro bibe mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA).
Bozdag di di civîna Maseya Edîtoran a AAyê ya ku dê di saet 10.00an de dest pê bike de bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên der barê rojevê de bide û der heqê geşedanên demên dawîn de nirxandinan bike.
Daxuyaniyên Bekîr Bozdagê Arîkarê Serokwezîr dê di ser "www.aa.com.tr" a malpera AAyê û "@anadoluajansi" ya hesabê Twîtterê ya AAyê demildest bên weşandin.