KONYA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku dengê wî ket û li Stenbolê bêhna xwe dide, beşdarî mitînga partiya xwe ya li Konyayê nebû. Di cihê Serokwezîr Erdogan de Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu li Qada Meydana Kentê bangî gel kir.
Davutoglu di axaftina xwe de navê alim û ewliyayên ji Konyayê bi bîr xist û silav li gelê Konyayê kir û wiha got: "Gelê Konyayê ev ne tenê silava min e, ev silava Birêz Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e jî."
Davutoglu di axaftina xwe de wiha got: "Bi kasêtên kirêt ve xwestin bikevin mehremiyeta dewletê. Rêxistina paralel û şirîkên wê xwestin midaxeleyî civîna ewlekariyê bikin. Lê dê nikaribin me bidin sekinandin. Ne rêxistina paralel û ne jî alîgirên wan ên li derveyî Tirkiyeyê dê nikaribin hêza pêşveçûna Tirkiyeyê asteng bikin."
Davutoglu di axaftina xwe de wiha got: "Di 30yê adarê de dê ji Anadolu û Trakyayê û ji van qadan dengekî wisa bilind bibe ku dê Pensilvanya jî guhdarî bike. Yên ku dijminatiya Tirkiyeyê dikin, dê tev bibihîzin. Dê her kes hedê xwe bizanibe û bila baş bizanibin ku li ser vê axê tenê gotina vî gelî û yên ku ji vî gelî ray sitendine derbas dibe."