Fatih Gazioğlu
13 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê meseleya Rojhilatê Behra Spî da bi hemtayên xwe ra axivî.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Çavuşoglu der barê meseleya Rojhilatê Behra Spî da ji serê sibê heta êvarê li ser têlefonê bi hemtayên xwe re axivî.
Çavuşoglu bi Mîroslav Lajcakê Slovak, bi Çingiz Aydarbekovê Kirxiz, bi Mîro Cerars Sloven, bi Theodor Vîorel Melescanuyê Romen û bi Carmelo Abelayê Maltayî ra bi têlefonê xeberda.
Li gor agahiyan Çavuşoglu piştra bi Joao Rîbeîro Butiam Coyê Wezîrê Karên Derva yê Gîne Bîssauyê yê berê ra jî li ser têlefonê axivî.