Muhammet Kurşun
04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
KOCAELİ
Wezîrê Berevaniyê Fîkrî Işik got: "Em daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya Yewnanistanê yên bêmesned û dûr ji mesûliyetê, bi xemgînî temaşe dikin. Daxuyanî, gotin û çalakiyên ku dike ji mesûliyetê dûr in û provokatîf in. Ji ber vê wî şermezar dikim."
Işik di civîna AK Partiya Kocaelî de axivî daxuyaniyên Wezîrê Yewnan rexne kirin.
Wezîr Işik anî ziman ku dostaniya Tirkiyê dostaniyeke hêja ye û divê herkes vê bizane. Işik wiha axiv^İ:
"Dijminiya Tirkiyê jî bi ji ku tê bila were problemeke mezin e, divê herkes vê bizane. Em daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya Yewnanistanê yên bêmesned û dûr ji mesûliyetê, bi xemgînî temaşe dikin. Daxuyanî, gotin û çalakiyên ku dike ji mesûliyetê dûr in û provokatîf in. Ji ber vê wî şermezar dikim."
Işik bibîr anî ku Tirkiye û Yewnanistan cîran in û wiha nirxandin kir:
"Helbet problemên heta îro çareser nebûne di navbera me de hene. Lê çareseriya van probleman ne navlêdan e. Hevdîtinên îstikşafî yên ji bo çaresariyan in. Ev ne di berjewendiyên Yewnanistanê de ye. Tirkiye û Yewnanistan li vê herêmê divê rûnên û problemên xwe çareser bikin. Wek Tirkiyê helwesta me ev e. Loma em qebûl nakin ku tu kes daxuyaniyên ji mesûliyetê dûr û provokatîf bide. Em wek Tirkiyê, xebitîne ku rûnên û pirsgirêkên xwe bi xeberdanê çareser bikin. Ev nayê wê me'neyê ku emê serî li hemberî emrê waqiekî deynin. Gaziya me li Yewnanistanê ew e ku daxuyaniyên ji mesûliyetê dûr ên Wezîrê Berevaniyê bidawî bînin. Gaziya me ew e ku em pirsgirêkên xwe û meseleyên xwe bi xeberdanê çareser bikin."