02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "YPG ji vê derê (Minbic) venekişe me beriya niha jî gotibû ku em ê li YPGê bixin."
Wezîr Çavuşoglu piştî civîna li Komîsyona Karên Derva ya Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand.
Çavuşoglu got: "YPG ji vê derê (Minbic) venekişe me beriya niha jî gotibû ku em ê li YPGê bixin. Ev tiştekî nû nîne. Em vê gavê bi Amerîkayê ra li ser operasyona Reqqayê disekinin ku em ê vê operasyonê çawa bikin bi çi awayî piştgiriyê bidin hîjan hêzê? Em jî wek hêzên taybet, ne tenê Amerîka û Tirkiye, welatên wek Almanya, Fransa, Îngiltereyê jî li erazî di nav koalîsyonê da ne. Ji hewayê meriv çawa dikare piştgiriyê bide? Em li ser vê hevdîtinê dikin."
Li ser pirsa ku Tirkiye û Amerîkayê werin hemberî hevdu jî Çavuşoglu got ku rîskeke wiha tuneye û wiha dewam kir: "Ev der axa Amerîkayê nîne. Em û leşkerên Amerîkayê em ê çima werin hemberî hev."
Çavuşoglu wiha got: "Li vê derê mebest ew e ku bi operasyona Minbicê ev der were paqijkirin û bikeve destê xwediyên xwe yên rastîn. Heke Amerîka YPGê wek mittefîq hilbijêre û bibêje kê tev wan be di heman demê da tev min jî dibe, ew tiştekî din e, lê em dizanin ku helwesteke wiha tuneye. Ji ber vê çendê divê di têkoşîna me ya bi YPGê ra an jî rêxistineke terorê ya din ra da me û Amerîkayê neyne hemberî hevdu. Em naxwazin ku tu mittefîqê me ligel rêxistinên terorê bisekinin."