04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
KOLN
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker di fitara Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî de axivî.
Eker got rêxistinên terorê PKK, DEAŞ, PYD û YPG wek taşeron tên bikaranîn ku li Rojhilata Navîn, li ser axên Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê nexşeyê biguherînin û wiha dewam kir: "Lê li ber wan astengiyek heye ku ew jî Komara Tirkiyeyê ya bihêz e. Serokomarê me Erdogan e. Armanca hemû êrîşan ev e, ji ber vê êrîş dikin. Lewra ew Komara Tirkiyeyê ya bihêz naxwaz in, ya qels dixwazin."
Eker got têkoşîna li dijî terorê bi biryar dewam dike û wiha axivî: "Li hember rêxistinên terorê PKK, DEAŞ, YPG, FETO yên ku wek taşeron tên bikaranîn kîjan dibe bila bibe, emê li hember gişkan têkoşîna xwe bidomînin. Emê hebûn û yekîtiya Komara Tirkiyeyê û îstiqrara erdnîgariya Rojhilata Navîn bi awayekî baş biparêzin. Bila ji bo vê tu şika we tunebe."
- "Dîn, milet û nijada terorê tuneye"
Eker ji bo mijara rêxistinên terorê welatên Ewropayê rexne kir û wiha got: "Teror ji kê û ku tê bira were em wek Komara Tirkiyeyê, wek miletê tirk ê misilman hemû terorê lenet dikin, giştî bi tundî û nefretê şermezar dikin. Têkoşîna me li ser rûyê erdê bi hemû rêxistinên terorê ra bi heman awayî dewam dike, lê mixabin em dibin şahid ku dostên me yên ewropayî ferq û cudatiyê dixin nav rêxistinên terorê û tercihan dikin, ev jî merivan pir xemgîn dike. Lewra dîn, milet, nijad û baweriya terorê tuneye. Îro teror li Ewropayê jî li Londrayê jî li Berlînê jî li Stenbolê jî li Amerîkayê jî tehdîdeke gerdûnî ye. Li dijî vê di têkoşînê da qelsî ne pêkan e."
Eker li ser hewla derbeyê ya FETO jî sekinî û got ku vê rêxistina terorê bi rêxistinên xayîn û tarî ra tevkarî kir ku Komara Tirkiyeyê têk bibe. Eker wiha dewam kir:
"Bi wan ra têkoşîna me dewam dike. Bi PKKê ra têkoşîna me dewam dike. Bi DEAŞê ra jî têkoşîna me dewam dike. Bi PYD û YPGê ra jî têkoşîna me dewam dike. Piştî vî qasî jî wê dewam bike. Komara Tirkiyeyê ji aliyekî va ewlehiya xwe saz dike ji aliyekî va ji bo îstiqrar û ewlehiya Rojhilata Navîn jî wê hewla xwe bidomîne."