ANKARA
Hevserokê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu li Ankarayê di Civîna Hevserokên Bajêr ên HDPyê de axivî.
Kurkçu di axaftina xwe de wiha got:
"Em bi CHPyê re hevkariyê nakin. Em derd û pirsgirêkên kesên ku ray didin CHPyê baş fêhm dikin. Lê navendeke wan a ku wan temsîl bike tuneye. Ji ber vê jî em ê hevkariya xwe li qadên tekoşînê, bi tekoşînên civakî û siyasî li gel girseyan pêk bînin. HDP dê bi ala xwe beşdarî hilbijartinên herêmî yên 2014an bibe û bi namzedên xwe dixwaze biçe her derê."