DIYARBAKIR
Parlementerê Şernexê yê BDPê Hasîp Kaplan der barê bûyerên li Yuksekovaya Hakkariyê de wiha got: "Provokator li Yuksekovayê bûn sedema mirina 2 welatiyên me. Em wan wek dijminên pêvajoya çareseriyê dibînin."
Şaxa Diyarbekirê ya Odeya Endezyarên Madenê, li Navenda Çandê ya Sumerparkê panela "Kargeriya Madenî ya Herêmê û Pirsgirêkên Wê" li dar xist. Parlementerê Şernexê yê BDPê Hasîp Kaplan jî beşdarî panelê bû û îdia kir ku duh li Yuksekovayê gule reşandin ser ciwanan.
Kaplan bangî hikûmetê kir ku berpirsiyaran derxe holê û wiha got: "Goristan cihên pîroz in. Tu xwenezan êrîşî van cihên pîroz nakin.Paşê jî bi tifekan gule reşandin ser ciwanan. Di dema şerê de jî tu kes êrîşan nade ser nexweşxaneyan. Lê wana bombeyên gazê avêtîne serwîsa lezgîn a nexweşxaneyê. Provokator li Yuksekovayê bûn sedema mirina 2 welatiyên me. Em wan wek dijminên pêvajoya çareseriyê dibînin. Dibe ku ji ber şerê di nav xwe de ev êrîş kiribin? An jî henek kes bi zanayî hatin û gule reşandin ser ciwanan? Divê dewlet teqez vê mijarê zelal bike."