TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Komcivîna Giştî ya TBMMyê de axivî û got: "Ez wek Serokwezirê vî welatî, Serokwezîrê 77 milyonan im. Deynê stûyê min e ku ez her kesî re wek ku jê hez dike û dixwaze silavê bidim."
Davutoglu behsa ziyareta xwe ya Diyarbekirê kir û wiha axivî:
"Dema em li Muglayê, li Torosan bi zaravayê tirkmenî diaxivin, li Tekirdagê bi zaravayê Rumeliyê zimanê tirkî yê xweşik diaxivin, li Bingolê zazakî û li Diyarbekirê kurmancî silavê didin, em ne bi zimanê bedenê, bi zimanê dil silavê didin. Em bi zimanê yekîtî û bihevrabûnê silavê didin. Di dawiyê de Birêz Bahçelî jî qebûl kir ku kurdî bibe zimanê zikmakî û bê bikaranîn tiştekî rast e. Ev jî pêşveçûnek e, lê ev tişt ji bîr kir. Dema ew desthilat bûn, li vî welatî heke dayikek tirkî nizanibûya -ji xwe gelek nizanin- û biçûya girtîgehê ku kurê xwe ziyaret bike, nikaribû kurdî biaxive, muhabbetê bike, hezkirina xwe bide nîşandan. Heta desthilatiya AK Partiyê bi tenê destûr didan ku bi tercumanan ve biaxivin."
Davutoglu got ku ji ber ku niha li welêt kurdî jiyana civakî dewam dike, gelo welêt perçe dibe û wiha axivî:
"Na, welêt yekîtiya welêt çê dibe. Lewra ya girîng ne kurdî, tirkî, erebî an zimanekî din e, ya girîng ew e ku hûn çi dibêjin e. Heke wek zimanê nefretê bê bikaranîn tirkî jî nebaş e, kurdî jî. Lê heke zimanê muhabetê û zimanê dil bê axaftin hemû jî pîroz û ezîz in."
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Tirkiya Yunus Emre ya xweşik û kurdiya Ehmedê Xanî ya xweşik dikarin ji hev veqetin? Jê aciz dibin, lewra HDP dixwaze ku kurdî îstismar bike û neteweperestiya kurdî bike. Ez wek Serokwezirê vî welatî, Serokwezîrê 77 milyonan im. Deynê stûyê min e ku ez her kesî re wek ku jê hez dike û dixwaze silavê bidim. MHP bila ji ber vê aciz bibe. Min li wir silav da birayên xwe yên ku ji Kobanêyê hatine. Min silav da mezlûm û bêgunehan. Bala xwe bidinê ji vê him HDP û him jî MHP aciz bû."
Davutoglu got ku Komara Tirkiyeyê di 3 rojan de 197 hezar penaberên ji Kobanêyê qebûl kir û piştgirî da wan, lê HDPyê ev îstismar kir û bûyerên 6 û 7ê cotmehê derxist.
- "Te çima dengê xwe dernexist?"
Davutoglu got ku MHP jî ji vê aciz e û wiha dewam kir: "Ez ji vir cardin dibêjim, bila tu kes aciz nebe. Kurdê li Kobanêyê, erebê li Telabyadê, tirkmenê li Bayirbucakê ji me re mîrata dîrokê ne. Em li wan xwedî derketin û em ê derkevin jî. Heke hin kes li Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê van îstismar bike, bila DÎŞIya ku ereban îstismar dike û terorê dike, bila PKKya ku kurdan îstismar dike û terorê dike bila bikin. Em li dijî hemûyan e û em ê xwedî gel derkevin. Ev nayê wê meneyê ku em li wan jî xwedî derdikevin."
Serokwezîr Davutoglu tevgera Bahçelî rexne kir û wiha got: "Niha dem ne dema pirskirinê ye? Birêz Bahçelî, dema ev çeteya îxanetê operasyon li ser tirên MÎTê kir û dest da li ser tiştên ku ji bo tirkmenên Bayirbucakê diçûn, tu li ku bûyî? Ew tir ji bo tirkmenên Bayirbucakê diçûn, te çima dengê xwe dernexist? Çima hûn li cem çeteya îxanetê sekinîn û pişt re jî we bi CHPyê ve namzetek derxist û hûn li cem me nesekinîn?"
Davutoglu got ku armanca wan ew e ku Rojhilata Navîn a nû pêk bê û wiha dewam kir: "Rojhilata Navîn a nû ya ku em dixwazin erdnigariya yekîtiyê, hevkariyê, wehdetê û biratiyê ye. Emperyalîst wê bixebitin ku astengiyê derxin, yên ku di hundur de jî wê alîkariya wan bikin. Lê em bibiryar in ku xwedî li doza birayên xwe yên Rojhilata Navîn derkevin, xwedî li êşa wan derkevin û vê meşa dîrokî de em bi wan re bimeşin."
Serokwezîr Davutoglu got ku dema ew çû Diyarbekirê welatiyan ew bi kêfxweşî pêşwazî kir, ji ber vê jî him MHP û him jî CHP ji vê aciz bû.
Davutoglu wiha dewam kir: "HDP ji ber ku ew nêrîna cudaker êdî bingeha xwe winda dike aciz e. MHP jî bi mijara zimanê kurdî ve wek ku xwedî li zimanê tirkî derdikeve tevdigere û hin aliyan tahrîk dike. Bila tu kes dersa tirkî nede me, em li welatê Mehmet Beyê Karamanoglu ne. Wê tirkiyê em dizanin, em diaxivin û em belavî dinyayê dikin."