Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got "Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke bazariyê nîne, pêvajoya dan û standinê nîne. Em ê tu caran destûrê nedin ku bîranînên şehîdên me tedeyê bibînin û wicdana xaziyên me aciz bibe."
Erdogan li Qesra Serokomariyê di Civîna Muxtaran de axivî.
Erdogan destnîşan kir ji bo ku terora ku mijara herî hesas a Tirkiyeyê çareser bikin, ji sala 2002yan heta niha têkoşîneke xurt didin û got ku du hesasiyetên wan ên mezin hene, yek ji van ew e ku Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên ku ev bi salan e rastî polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê maye, pêş bixin ya duyemîn jî dema ku mijara terorê çareser dikin, ji teşebûsên ku herêmên din ên Tirkiyeyê aciz dike û ne li gor hesasiyetên wan in, dûr sekînin e.
Erdogan got hewl didin mijarê di bingeha edaletê de, bêyî ku tu aliyê rencîde bikin, derfetê nedin ku mafê tu kesê zeyî bibin, çareser bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dema hewl didin ku xwîn û rondikên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilat diherike bidin seknandin, ewlehî û aramiyê pêk bînin, dema wir veberhênanan dikin, têkoşînê didin ku endişeyên birayên me yên ku li Akdenîz, Karadenîz, Anadoluya Navîn, Ege û Marmarayê dijîn jî ji holê rakin. Min her dem got; Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke bazariyê nîne, pêvajoya dan û standinê nîne. Em ê tu caran destûrê nedin ku bîranînên şehîdên me tedeyê bibînin û wicdana xaziyên me aciz bibe."
Em ji wextên gelekî dijwar derbas bûn, me gelek badîre dîtin. Lê belê asta ku em gihiştinê hêviya gelê me zêde kir û baweriya wan a ji pêvajoya çareseriyê xurtir kir. Bêguman em di heyameke hêsan de nînin. Hem li hûndir hem jî li derve gelek kesên dixwazin ku pêvajoyê xira bikin û bixitimînin hene, gelek navend hene. Rehet nasekinin. Derdê wan ev e 'Em dê Tirkiyeya ku hêzdar dibe çawa lawaz bikin' an jî 'Tu carî Tirkiyeyeke hêzdar nabe'. Em jî dê ji eksa wan ve dibêjin ku 'Tirkiyeya nû, Tirkiyeya hêzdar' ev dê çêbe."
-"Hûn dê li hember van lîstikan hişyar bin"
Erdogan diyar kir ku "Ji niha pê ve jî dê ji bo ku pêşketina Tirkiyeyê bidin rawestandin, nehêlin ku mezin be û di nav hiqûqa biratiyê de pêş bikeve lîstika bilîzîn û dê ji bo sabotajê teşebûsên curbicur bikin û wiha axivî: "Em dê li hember van hemûyan hişyar bin. Hûn dê li hember van hemû lîstikan hişyar bin, hûn dê van organîze bikin."
Erdogan got ku "Em tirk, kurd, laz, çerkez, gurcî, abaza, arnawud, boşnak û hwd,, zaza gelo em dikarin cuda bibin? Gelo em hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê nînin? Ma em hemû mirovên vê dewlet û gelê nînin? Heke ne ev dilmayîn, xeyîdîn, kîn û nefred çima ye? û diyar kir ku hemû muxtar divê li hember vê yekê têkoşînê bidin.
Erdogan bi bîr xist ku dê di rojên beriya me de hilbijartin çêbin û got dibe ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hin kes bên gefên wekî "Hûn dê dengê xwe bidin filan partiyê, heke ne em dê wan deran bişewitînin û xira bikin" bixwin.
Erdogan qal kir heta ku mirovên bi namûs bi qasî mirovên bênamûs wêrek nebin, serkeftin nayê bidestxistin û got "Ev gotina merhûm Înonu ye û divê em vê bibînin, em li hember vê yekê divê wek gel û dewlet têkoşînê berdewam bikin. Ji ber ku divê 780 kîlometrokareya vê welatê îhya bibe û pêş bikeve. Her derê wî bibe wek bajarekî modern ê wekhev."
-"Em bi ciyawaziyê nagihêjin tu derê"
Erdogan bi bîr xist ku di nav 12 salan de jimara balafirgehan ji 26an derxistin 52yan û qal kir ku ji bo temamkirina balafirgeha Hekarî-Yuksekovayê zehmetiyan dikişînin, muxtar tên tehdîtkirin û makîneyên kar tên şewitandin.
Erdogan pirsa "Wê çaxê hûn çawa ji Hekariyê hez dikin?" pirsî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Parlementerên Hekariyê hûn çima lê xwedî dernakevin? Hûn çima radibin û nahêlin ku veberhênaneke wiha bê vir? Welatiyê min ê li Hekariyê çima bê Wanê û ji vir biçe? Bila ji Hekariyê biçe. Hûn çima astengiyê derdixînin? Kesên ku têne Hekariyê bila bi rehetî bêne Yuksekovayê jî, hûn çima ji vê yekê aciz dibin? Ez niha dipirsim: Gelo yên ku ji birayên me yên kurd hez dikin em in an kesên ku ji wir hatin hilbijartin in? Yên ku rêyan çêdikin, dibistanan ava dikin, dixwazin ku balafirgehê çêkin em in lê yên ku ji me re astengiyê derdixînin mixabin ku ew kesên dibêjin ku 'ez kurd im' in. Em mecbûr in ku em hemû bi hev re vê ciyawaziyê ji holê rakin, em mecbûr in ku vê karê çareser bikin. Bi ciyawaziyê nagihêjin tu derê. Ji ber wê yekê hewceyiya me bi yekîtiyê heye, bihevrebûnê heye. Em divê di bin banê welatitiya Komara Tirkiyeyê de bibêjin 'yek netewe, yek al, yek welat û yek dewlet' û rêya xwe de biçin."