12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
ERZURUM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Li Tendûrekê, Gabarê, Cûdiyê, Bestler-Derelerê em ketin şikeftên wan. Di nav 20 mehan de ji 10 hezarî zêdetir terorîst hatin kuştin. Sekin tune, emê dewam bikin. Yên ku aramiya vî welatî xirab dikin, yekîtî û hevkariya vî welatî xirab dikin, hewl didin ku ummetê perçe bikin re em derseke dîrokî didin û emê dersa wan bidin jî."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî mitînga ji aliyê "Platforma Erê" ve li Meydana Îstasyonê ya Erziromê hat kirin bû. Erdogan li vir got ku ev 14 salin em desthilatdarin digel vê yekê em her roj projeyên nû amade dikin, sermaye danîna me jî wisa dewam dike.
- "Dewlet wê bibe dewleta gel"
Serkomar Erdogan got ku dewlet wê bibe dewleta gel û wiha dewam kir: "Dewlet êdî bêyî ku alaveke wê hebe, rasterast wê bibe dewleta gel. Ji bo kesên ku ji gel re xizmetê nakin, ji bo xwe xizmetê dikin, bi xiyala dewletê re radibin û rûdinên 16ê Nîsanê roja kabûsê ye. Roja wan a kabûsê wê ji bo gelê min bibe cejn."
Serkomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Dema ku em li Behra Reş û Behra Spî mewziyan winda bikin, ma ne eşkere ye ku emê nikaribin li Anadoluyê bisekinin? Parastina Tirkiyeyê ma ji Balkanan, ji Kafkasyayê dest pê nake? Heke wisa be, divê li gor vê polîtîka bên kirin, operasyon bên meşandin."
- "Em derseke dîrokî didin kesên aramiya vî welatî xirab dikin"
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Li Tendûrekê, Gabarê, Cûdiyê, Bestler-Derelerê em ketin şikeftên wan. Di nav 20 mehan de ji 10 hezarî zêdetir terorîst hatin kuştin. Sekin tune, emê dewam bikin. Yên ku aramiya vî welatî xirab dikin, yekîtî û hevkariya vî welatî xirab dikin, hewl didin ku ummetê perçe bikin re em derseke dîrokî didin û emê dersa wan bidin jî."