12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê rewşa Sûriyeyê de got: "Bê şik û bê guman DEAŞ rêxistineke wisa ye ku dibê li dijî wê şer bikin û bê tunekirin. Lêbelê bêdengmayîna li ber sûcên ku bi destê rejima Esed û alîgirên rejimê tên kirin jî fecaeteke siyasî û skandaleke exlaqî ye."
Kalin di nivîsa xwe ya ku ji rojnameya "Daîly Sabahê" ra nivîsî ya bi navê "Kîmyayî an na, Sûriye dimire" da diyar kir ku rejima Esed li ber çavê hemû dinyayê bi tenê bi sîlehên kîmyayî va na û bi sîlehên konvansiyonel va jî qetlîamê dike.
Kalin di nivîsa xwe da bi bîr xist ku Barack Obamayê Serokê Emrîkayê yê berê di axaftina xwe ya 2012an da gotibû: "Hemû dinya we taqîb dike" û hişyarî dabû rejimê û wiha got: "Rejima Esed dît ku hemû dinya bi tenê qetlîaman teqîb dike û hovîtiya xwe domand."
Berdevkê Serokomariyê kişand ser rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya meha sibatê û destnîşan kir ku li Sûriyeyê hetanî dawiya sala 2016an herî kêm 300 hezar kes mirin, hejmara rastî ya kesên ku bi destê rejima Esed hatin kuştin jî kêm zêde 600 hezar e.
Kalin bal kişand ser bersiva ku Emrîkayê da êrişa kîmyayî gaveke giring e û wiha pê da çû: "Lêbelê çaxê ku meriv mezinahiya krîza mirovahiyê û sûcên ku bi sîlehên konvansiyonel va hatin kirin dide ber çavên xwe ev ê ji bo parastina gelê Sûriyeyê têrê neke."
Kalin di nivîsa xwe da wiha pê da çû:
"Ji bo krîza ku li Sûriyeyê dewam dike çareseriyeke hêsan tune. Kesên ku piştgiriyê didin rejimê ji ber ku Emrîkayê bombe bi ser baregaha hewayê da barand ew ê piştgiriya xwe nebirin, Esed jî dê guh nede bangên ji bo devjêberdana îqtidarê. Ya rastî ji bo Sûriyeyê piştgiriya ku Îran, Rûsya û Hîibullah didin û zeîfbûn û bêbiryarbûna koalisyona navneteweyî tê maneya qazanckirina şer. Di ser da jî îmkan heye ku DEAŞê bi kar bînin û rejimê wek ehwena şer nîşan bidin."