ADIYAMAN
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di merasîma vekirina balafirgeha Adiyamanê de axivî û diyar kir ku bi prolaya yek gel, yek welat, yek al û yek dewletê derketine rê û wiha dewam kir: "Yên ku li ser vê axa 780 hezar kîlometrokereyî dewleteke duyem dixwazin, bila qusurê nenihêrin. Li ku derê ji xwe re dewleteke din dibînin, bila kerem bikin herin li wir."
Serokwezîr ragihand ku kî vê rewşa aramî û biratiyê xirab bike, dê bikeve bin webaleke dîrokî û wiha got: "Yên ku li ser xwîna Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bazirganiya tiryakê dikin, rantperestiyê dikin, di kozikan de dibin maşe, dê di bin giraniya vî barî de bimînin û nikaribin hesabê vê bidin."
Erdogan qala yekitî û biratiya Tirkiyê kir û wiha pê de çû: "Elewî û sunî li ser vê axê yek in. Em dê nekevin kemîna provakatorên ku koka wan li derve, lê şaxên wan li Tirkiyeyê ne. Ji cotmeha par û vir ve senaryoyeke qirêj ji bo Tirkiyeyê tê lîstin û hin parlamenterên muxalefeta sereke jî di nav vê senaryoyê de ne. Destekî qirêj parlamenterên muxalefeta sereke wek maşayê bi kar tîne û dixwaze ku li Tirkiyeyê bêaramî çêbibe. Em naxwazin ku êşên giran yên ku berê li Tirkiyeyê hatibûn jiyîn, dubare bibin. Em mecbûr in ku dafikên wan kesan yên ku dixwazin em êşa Kahramanmaraşê, Çorumê, Sîwasê û Taxa Gaziyê dîsa bijîn, yek bi yek xirab bikin."
Erdogan got ku "Li Tirkiyê êdî red, înkar û asimîlasyon xilas bûye û wiha dewam kir: "Li ser vê axê çi hatibe jiyîn, me bi hev re jiya. Me êş û keser û xembarî bi hev re parve kir. Demên wisa hebûn ku we nedikarî hûn bi zimanê xwe yê zikmakî li ser telefonê biaxivin. We kilam û stranên xwe dizîve guhdarî dikirin. Lê bawer bikin li vir çi dihat serê we li rojava, başûr û bakûr dihat serê me jî. Awayê zilmê, rengê wê cuda bû lê zalim û zilm eynî bûn."
- "CHPê hesabê Dersimê neda"
Erdogan bangî elewiyên li giştiyê Tirkiyeyê kir û wiha got: "Li ibadetxaneyan provakasyon tên kirin, hewl tê dayîn ku kolan bibin cihê şewat û êşê. Ji bo ku xwîn biherike, ciwan bimrin her cure provakasyon tên kirin. Destekî qirêj parlamenterên muxalefeta sereke wek maşeyê bi kar tîne û dixwaze ku li Tirkiyeyê bêaramî çêbibe. Ez ji vir dixwazim bipirsim. Di serî de Serokê Giştî û parlamenter bila lêkolînan bikin ka di dîroka CHPê de çend heb cemxane hatiye vekirin. Ez bangî çapemeniyê, qunciknivîsan, mirovên aqilmend û xwedî fikr dikim bila lêkolînê bikin û binêhêrin. Bila bidin ber hev ka di dema desthilatiya AK partiyê de, di dema serokatiya Recep Tayyîp Erdogan ya Şaredariya Mezin a Stenbolê de gelo çend heb cemxane hitiye vekirin? Ew dê bibînin ku me çiqas piştgirî daye. Ez bi dil û can dikarim vê bibêjim ku wan hesabê Dersimê neda, CHPê hesabê Dersimê neda. Niha jî radibin welatê me tevlihev dikin, gel tînin hemberî hev, li hemû bajarên me bêaramiyê derdixin."
Erdogan bal kişand ser vîna gel, diyar kir ku êdî dema binpêkirina encamên sandoqê qediya ye û wiha got: "Tu îktîdar nikarin li dijî vîn û daxwaza gel, desthilatiya xwe bidomînin."
Erdogan diyar kir, yên ku nikarin ji sandoqê li gor dilê xwe encamê bigrin divê huzura gel xirab nekin û got ku "Ev der ne Misir e, ne jî Sûriye ye."