ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li Quweytê beşdarî "Civîna 2yemîn a Bexşînerên Sûriyeyê" bû û pişt re bi Wezîrê Pêşketinê yê Finlandiyayê Pekka Haavîstoyê ku ku ji bo der barê xebatan de agahî bistîne hatibû Tirkikiyeyê re hevdîtin kir.
Rojnamevanan pirsa derbarê îdiayên wekî Atalay "Di 6emîn Konferansa Balyozan de gotiye 'Serokê Kurdan Ocalan' jê pirsîn. Atalay li ser vê yekê got ku di konferansa ku da balyozên ku ji çar aliyê cîhanê hatin de, bêtir derbarê pêvajoya çareseriyê û demokratîkbûne de axivî.
-"Derbarê pêvajoya çareseriyê de bi biryariya me berdewam dike"
Atalay got ku qeydên axaftinê li cem me heye û wiha axivî:
"Min tu gotinên di wê wateyê de negotin. A rast gotina serok li wer hîç nehat bi lêv kirin, gotina muzakareyê hîç nehat bikaranîn. Wisa bawer im ku wan bixwe şîrove kirye û nûçe çêkirine. Me jixwe wê rojê jî ev gotin derew derxistibûn. Lê çapemeniya li Tirkiyeyê ecêp e, îro jî digel wê derewderxistinê nûçê û nivîsên derbarê wê gotinê de hene. Bi vî wesîleyê dixwazim car din rast bikim."