JOHANNESBURG
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li ser navê Tirkiyeyê beşdarî merasima bibîranînê ya ji bo serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr Nelson Mandela bû û wiha got: "Min heta niha merasimeke wiha mezin nedît."
Atalay pirsên nûçegihanê AAyê yên ku di der barê merasimê de bersivand.
Atalay got ku Mandela him serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr bû û him jî "şervanê azadiyê" bû û wiha axivî: "Min heta niha merasimeke wiha mezin nedît. Beşdariyên navneteweyî çêbûn, li stadyumê qerebalixeke mezin hebû, mirov li bin baranê bi coş û xemginiyê ve beşdarî merasimê bûn."
Atalay wiha got: "Di merasimê de rewşeke hêstiyar hebû. Hin tiştên wisa hebûn ku mirovahiyê him ji bo dema me ya niha him ji bo berê û him ji bo pêşerojê îbretê jê hilde. Ji bo vê hevoka herî girîng jî Obama got. Wî got "Min wek Serokê Amerîkayê û wek mirovekî ji mîsyona Mandela, tecrûbeyên wî sûd wergirt û ez dê hê jî sûd werbigrim."
Atalay diyar kir ku der barê Mandela de tiştê ku tê bibîranîn ew e ku 'jiyana wî her çiqas bi têkoşînê derbas be jî, mirovekî devbiken bû.'