20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2018
DOHA
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Tê gotin li Minbicê, li rojhilatê Feratê çal û tunel kolane. Dixwazin bila çal û tunelan bikolin, dixwazin bila bikevin binê erdê, dema ku roj û wext hat ewê di wan çalên kolane da bên veşartin. Bila şika tu kesî ji vê çênebe."
Akar ji bo ku beşdarî merasima Roja Neteweyî ya Qeterê bibe hat paytext Dohayê û li Fermandariya Hêzên Muşterek a Yekîtiya Tirk û Qeterê ziyaret kir û li wir hin kontrol kirin.
Akarê ku bi merasinê va hat pêşwazîkirin li qişleyê silav da eskeran û paşê bangî personelan kir.
Wezîr Akar Qeter wek dost û bira bi nav kir û wiha got: "Ji vir pê va emê bi birayên xwe yên Qeterî ra xebatên xwe pêşva bibin û bidomînin."
Akar got li der û dora Tirkiyeyê pirsgirêkên pir mezin hene û wiha dewam kir: "Ji bo yekîtî, desthilatdarî, serxwebûn, aramî, aştî û îstiqrara welatê me çi hewce dike me duh kir, îro jî em bi heman awayî dikin û emê di dahatûyê da jî bikin."
- Rojhilatê Feratê
Akar got Operasyona Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi serkeftî temam bûne û wiha axivî: "Niha li pêş me Minbic û rojhilatê Feratê heye. Em bûyeran ji nêz va dişopînin. Şaxên bi îstixbaratê ra wezîfedar ên Dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên wê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo wezîfeyên xwe bi awayekî herî baş bikin bi şev û roj xebatên xwe didomînin. Di vê mijarê da em bi awayekî xurt dixebitin. Tê gotin li Minbicê, li rojhilatê Feratê çal û tunel kolane. Dixwazin bila çal û tunelan bikolin, dixwazin bila bikevin binê erdê, dema ku roj û wext hat ewê di wan çalên kolane da bên veşartin. Bila şika tu kesî ji vê çênebe."
- Şengal wê tu carê nebe Qendîla duyem
Akar bal kişande PKKya rêxistina terorê ya li bakurê Iraqê û wiha axivî: "Der barê vê da him li Şengalê û him jî li Çiyayê Qerecakê operasyona esmanî hat kirin. Mijara 'bila li wir tu zirarek negihêje sivîlan' di rojevê da bû. Der barê vê da her cure tevdîr hatin dîtin û şikir bêyî zirarek bigihêje sivîlekî û mirovekî mesûm terorîstên li wir hatin berterefkirin. Ji bo ku ew bên îmhekirin çi ji destê me tê em dikin, emê bikin jî. Di vê mijarê da me her tim ji dewleta Iraqê ra, Hêzên Biçek ên Iraqê ra got hevkariya wan a bi me ra pir girîng e. Ji hêla din bila her kes bizanibe Şenngal wê tu carê nebe Qendîla duyem. Di vê mijarê da çi ji destê me tê me kir û emê bikin, emê tu caran destûrê nedin."
Wezîr Akar ji bilî mijara PKKyê û hevkariya bi Qeterê ra behsa girîngiya sînorên Tirkiyeyê kir û got li Ege, Behra Spî û Qibrîsê jî ewê heqê xwe yên bi peymanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî va hatine diyarkirin wê biparêzin.