Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş wiha got: "Heta ku gel aştiyê bixwaze, em ê jî wek HDPê hem li welêt hem li derveyî welêt polîtîkaya xwe li ser aştî û çareseriyê bikin."
Demirtaş li Brukselê piştî ku bi Nûnerê Payebilind yê Polîtîkaya Têkiliyên Derva û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî re hevdîtin kir, daxuyanî da.
Demirtaş bi bîr xist, dema ku Mogherînî hatibû Tirkiyeyê bi koma HDPê ra hevdîtin kiribû, piştî hilbijartinê jî wan li ser têlefonê xeberdabû. Demirtaş wiha got: "Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û ji ber bê îstiqrariya Tirkiyeyê gelek kes ber bi Ewropayê koç dikin. Mixabin gelek ji van koçberan di rê û dirban da dimirin. Koçberên ku digihîjin Ewropayê jî li Ewropayê rastî tengasiyên cidî tên. Di hevdîtinê da mijarek jî ev bû."
Demirtaş got ku ji bo ewlehiya hilbijartinê wî bi rayedarên Ewropayê ra hevdîtin kir ku bi taybetî jî AGÎT li çavdêran bişîne Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Her çend hikûmet ji ya xwe nayê xwarê û şer û pevçûnê bidomîne jî, civaka Tirkiyeyê ji bo aştiyê israr dike. Heta ku gel aştiyê bixwaze, em ê jî wek HDPê hem li welêt hem li derveyî welêt polîtîkaya xwe li ser aştî û çareseriyê bikin."
Demirtaş wiha dewam kir: "Birêz Serokomar wisa diaxive ku meriv dibêje qey pir girîngiyê dide ewlehiya hilbijartinê. Tu dibê qey di hilbijartina borî da pirsgirêka ewlehiyê tunebû. Ji ber vê çendê qey di hilbijartinê da bi ser neket ku vê carê li gor xwe dibêje bila tevdîr werin dîtin. Bi rastî em bi vê bi fikar in. Em bi fikar in ku ewlehiya hilbijartinê wê bikeve talûkeyê. Daxwaza me hemûyan e ku ewlehiya hilbijartinê çêbibe."
Demirtaş got ku HDP her tim berê xwe dide gel û wiha dewam kir:
"Beriya hilbijartinê jî wisa bû, piştî hilbijartinê jî wisa ye. Ji ber vê çendê wan piştî hilbijartinê berê xwe da çil û çiyan. Wan berê xwe da çiyê û şer îlan kir. HDPê beriya hilbijartinê çi digot, piştî hilbijartinê jî heman tiştî dibêje. Ji ber ku me got em ê li parlementoyê pirsgirêkê çareser bikin, em ketin hilbijartinê. Em bi 80 parlementerî va çûn wê derê. Ji bo ku makezagona nû çêbibe, reformên demokratîkbûnê çêbibin, gelê me li parlementoyê raye da me. Me biryara şer neda, wî bixwe da. Ew bixwe ye. Ne hewce ye ku partiya me sûcdar bike. Wek serokomarekî divê partiyên mixalefetê wek reqîbê xwe nebîne, dev ji vê yekê berde. Ev li Serokomarekî nayê. Li miqamê Serokomariyê jî nayê."