10 Nîsan 2016•Rojanekirin: 10 Nîsan 2016
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "AK Partî ji hêla dîroka Komara Tirkiyeyê va tevgera neteweyî ya demokrasiyê ye. Neteweyî ye, xumalî ye, berhema vê axê ye û ji hêla naveroka rasteqîn a Komara Tirkiyeyê va jî nirxên ku Şerê Rîzgariyê derxistin holê, çi be, berdevk û şopînerê wan nirxan e."
"Hareketa me, beriya her tiştî encama kevneşopeke qedîm e ku mirovahî dorpêç kiriye. AK Partî ne rêxistineke siyasî ye ku wek Komara Tirkiyê di şert û mercên konjonkturel da deketibe holê. Komara Tirkiyê jî hebsê konjokturê nabe, AK Partî jî nabe ku hebsî konjonkturê bibe. Em ji kevneşopiyeke qedîmî tên û ber bi paşerojeke xweş va diçin."
"Em nehatin ku bibin amûrê siyasetê, em hatin ku bibin kirde û pêşengê siyasetê. Em nehatin ku bibin berkirdeyê dîrokê, am hatin ku bibin pêşengê dîrokê. Ji ber hindê dengê miletên mezlûm, dengê me ye. Ji ber hindê mêze kin li gelek welatên dost navê AK Partiyê ji partiyên din ra bû îlham."
"AK Partî beriya ku bibe hareketeke siyasî, hareketeke exlaqî ye. Çi dibe bila bibe em ê exlaqê xwe biparêzin. Hereketeke siyasî heke ji exlaq biqete, demekê şûnda dibe komeke menfaatkar. Zanista siyaseta modern çi dibêje bila bibêje, li ser pevçûnên berjewendiyê çi qas teoriya siyastê çêdibe bila bibe, ez bi ciwan û jinên AK Partiyê bawer im, bi teşkîlatên AK Partiyê bawer im. Wê her demê bibêjin ku 'Em ne li pey berjewendiyekê ne, em li pey îdealeke exlaqî ne."
Dema gel me bibîne, li çavê me binêhêre wê li wir bi tenê evîna gel bibîne. Wek ku li Tirkiyeya berê di çavên siyasetmedaran de azwerî hebû ew ê wê azweriyê nebînin. Azweriyeke me tenê heye ku ew jî Dewleta Komara Tirkiyeyê ye, ya ku ji kevneşopa xwe ya qedîm tê. Emê dewletê bikin dewleteke bişewqet, bihêz û biqudret. Ji bilî vê tu azweriyeke me yî din tune ye. Ji bilî vê tu dozeke me yî din tune. Doza me bi tenê 'Îlay-î Kelîmetullah' e."