09 Nîsan 2016•Rojanekirin: 10 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê PYDê de got: "Em jî ji vana re dibêjin 'ew rêxistina ku hûn alîkariyê didinê rêxistina terorê ye' Ha PKK, ha PYD, ha DHKP-C ferqa wan tuneye. Ew guliyê heman darê ne. Kok heman e, gewde heman e, çawa dibe ku hûn dibêjin gulî cihê ne 'ev ne wek ya din e, rêxistina terorê nayê hesibandin.' Ev e, wêneyê wî êrîşkarê xwekujiyê ku li Enqereyê xwe teqand û însanên mesûm qetil kir ew rêxistina ku hûn li ser destan digerînin li herêmên di bin kontrala xwe de ne bi dîwara va dike. Heke ku tu nabêjî PYD rêxistina terorê nîne, wê demê tu çalakiya li Enqereyê jî wek êrîşa terorî nahesibînî, meneya vê ev e. Encama vê fikra çewt çalakiya Brukselê, ya li Parîsê, Xwedê nîşan nede sibê roj ya li London û yan jî li New Yorkê pêk bê wek êrîşa terorê nehesibandine û heta wê astê diçe. Kanê di têkoşîna li dijî terorê de me şirîkiya hev dikir. Em hêj di mijara ku kîjan rêxistina terorê ye de li hev nakin emê çawa bi hevdu re li hemberî terorê têbikoşin?"
Serokomar Erdogan: "Ez ji vir dibêjim û bangî kesê li Pensîlvanyayê û yên ku li pey wî diçin dikim; 'Birayên min, ji kerema xwe aqilê xwe kîsê xelkê bi kar neynin, di dînê me da qultiya ji qulan ra tune, bi tenê ji Xwedê ra qultî tê kirin.' Mixabin kesên ku ji qulan ra qultiyê dikin didin der, kesên ku ji Xwedê ra qultiyê dikin qezenc dikin. Emê vê bibînin.
Heta îro me nehişt teror, nîqaşên siyasî, bêvizyoniya mixalefetê û kêmasî li ber me bibin asteng û em ê nehêlin. Di çarçoveya armancên 2023yan da em ê bikevin nav 10 dewletên herî pêşketî. Em bi şev û bi roj dixebitin. Di enflasyon, îstixdam û pêşketinê da reqamên erênî tên eşkerekirin.
Li dinyayê tu dewletek di têkoşîna dijî DAEŞê da wekî Tirkiyeyê jidil nîne û zû encaman bi dest naxe. Ma em nizanin dewletên ku li Sûriyeyê ji bo hesabên cuda operasyonan dimeşînin DAEŞ ji wan ra derd nîne? Li Sûriyeyê ji nîv milyonî zêder însan hat kuştin û kesên ku guh nedan vê çima ji bo 20-30 hezar şervanên biyanî ewqasî dikevin zehmetê, ev qet baweriyê nade.
Dinya ji 5an mezintir e. Em nikarin qederê 196 welatên li dinyayê di nav lêvê 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de bihêlin. Ew ji ber şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû. Lazim e ku birêvebirina NYyê bê reformekirin û di nav van 5 welatan de yek welatekî misilman tuneye, hemû xiristiyan û ne misilman in. Ji wan pêk tê. Çi ye ev nêrîn? Adil e? Na. Em li dinyayeke adil dixwazin û ji bo wê dixebitin û hewl didin.