Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê wiha got: "Tu niyeta me tune ku em bostek axa welêt bidin tu kesî. Ev welat ê me ye. Em ji bo ku bi cudahiyên xwe, bi baweriyên xwe bigêhêje cihê ku heq dike, bi hemû hêza xwe xebatên xwe berdewam bikin."
Yuksekdagê piştî hilbijartina giştî ya parlementeriyê li gor encamên nefermî ji ber ku partiya wê ji bendê derbas dibe di mitînga pîrozbahiyê ya ku Serokatiya Bajêr a Wanê ya HDPyê li dar xist de axivî. Yuksekdagê got ku divê her kesê ku vê serkeftina mezin diyariyê gelên Tirkiyeyê kir, bi xwe serbilind be.
Yuksekdagê diyar kir ku li her derê Tirkiyeyê kesên mafdar berxwedêr bi ser ketin û serkeftina vê îlan kirin û got ku ew kesên ku reşahiyê zilmê, di bin bendê de mayînê didan berê wan têk çûn.
Yuksekdagê qal kir dema ku derketin rê soz dan ku dê bi ser bikevin û ji bo ku vê sozê xwe bi cî anîn ji Xwedê re şikir dikin û wiha axivî: "Me ji bo jiyaneke nû soz da hemû gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê. Me soz da dayikên xwe, şehîdên xwe û zarokên me yên ku dahatûya me ne, me soz da hemû gelên me yên bindest. Me soza demokrasî, azadî û aştiyê da û va ye kesên ku ew soz dan bi ser ketin."
Yuksekdagê got ku li Tirkiyeyê "serkeftina dîrokî" ya Tirkiyeyê tê axaftin û wiha axivî:
"Hûn li wan jimarên encamên hilbijartinan nenêrin. Tekane serketiyê vê hilbijartinê heye ew jî Partiya Demokratîk a Gelan e. Me li her derê dengên xwe, hêviya xwe, serkeftina xwe zêde kir. Li her derê ji bo dahatûya Tirkiyeyê deriyên nû hatin vekirin. Me gotibû ku ey AKP, ey, Serokomar ey kesên ku zilm û neheqiyê li me dikin, me înkar dikin, ji quratiya xwe nayên xar, li ser serê gelê me qesr û dîktatorî ava dikin, qure nebin, xwe mezin nekujin, nebin serxweşê hêzê, gelê xwe biçûk nebînin, dê roj bê ku ew gel de biçûk bibîne û dê feleka te şaş be. Êdî ew kesên hewl didan ku me di bin bendê de bihêlin di bin bendê de man. Ew kesên ku Tirkiyeyê bi neçareserkirinê, înkarê re rû bi rû dihiştin di bin bendê de man. Aso û xweşikahiya behra Wanê û hemû azadiyên welatê me bi ser ket. Ev kesên ku tu bendan nas nakin bi ser ketin."
Yuksekdagê got ku li hemû bajêran li hember zilm, tehde, êrîş û muameleyên dereqanûnî gelê kurd, wekhevî, azadî û inyada aştiyê bi ser ket û wiha axivî: "Êdî benda ji sedî 10, benda derbeya faşîst a 80yan avêtin sergoya dîrokê. Me hemûyan ev bi hev re kir. Ji îro pê ve tu hikmê destûra bingehîn a faşîst, redker, antîdemokratîk a derbeya 80yan tune. Êdî gelên me dest bi nivîsandina destûreke bingehîn a nû kirin."
-"Êdî dê tu kes nikane gelên Tirkiyeyê ji hev bike"
Yuksekdagê got ku êdî ji niha pêva tu kes nikare gelên Tirkiyeyê ji hev bike û wiha axivî: "Tu niyeta me tune ku em bostek axa welêt bidin tu kesî. Ev welat ê me ye. Em ji bo ku bi cudahiyên xwe, bi baweriyên xwe bigêhêje cihê ku heq dike, bi hemû hêza xwe xebatên xwe berdewam bikin."
Yuksekdagê got ku welatiyên ku di teqîna li Diyarbekirê de birîndar bûn, bi serûmên di milê wan de hatin deng dan û ji ber têkoşîna ku dan spasiya hemûyan kir.
Yuksekdagê got ku Abdûllah Ocalan çavkaniya îlhama projeya HDPyê, mîmar û xwediyê wê ye û vê serkeftinê îthafê wî dikin û wiha axivî: "Wî di rewşên herî dijwar de jî ji yekîtiya gelên Tirkiyeyê, aştî û demokrasiyê bawer kir. Tu carî hêviya xwe ji gelên Tirkiyeyê nebirî. Va ye vê biryardariyê di 7ê hezîranê de bi HDPyê re qezenc kir. Me îro hemû gelên Tirkiyeyê bi vê projeyê kir yek û deriyê Tirkiyeya nû vekir. Em bi serbilindî li pişt hemû gotinên xwe sekinîn, emê bisekinin jî. Me got em dê wî nekin serok û me nekir jî. Em ji bo dahatûyeke gelekî ronak dimeşin."
Piştî axaftina Yuksekdagê partiyiyan û welatiyan re govend kir û pîrozbahiyên xwe berdewam kirin.