Türkan Tosun
19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
BAYBURT
Serokomar Erdogan: "Emê destûr nedin ku komeke dijminê gel ya ku goşeyên rojnameyan girtine, ekranên televîzyonan îpotek kirine, cîhana çand û hunerê dîl girtine dagirkeriya nirxên me yên hevpar ên welatê me bikin."
Serokomar Erdogan: "Înşallah heta sala 2020an emê balafirgeha ku wê xizmetê bide bajarên me yên Gumuşhane û Bayburtê temam bikin. Bi saya vê balafirgehê êdî pirsgirêka Gumuşhane û Bayburtê ya rêya dirêj wê ji holê rabe."
Serokomar Erdogan: "Êdî Tirkiyeyeke ku ji hin rêxistinên navneteweyî re garnîzoniyê dike tune. Yên ku me bi çavê Tirkiyeya salên 1980 û 1990an dibînin wê fêm bikin ku ew xeletiyeke çawa mezin dikin."
Erdogan: "Yên ku heta roja îro êrîşên hatin ser me bi kêfeke ku nikaribûn veşêrin va pêşwazî kirin, ez hêvî dikim dema ku Ataturk jî tev kirin, rûyê rastîn ê meseleyê fêm kirine. Di vê çarçoveyê da daxuyaniyên ku hatin dayîn jî ez erênî dibînim."