01 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş, "Di demeke kurt da emê terorê xilas bikin. Herwiha emê pêvajoyeke lezgîn ya restorasyonê bidin destpêkirin û wan zirarên ku gelê me dîtiye, hemiyan telafî bikin."
Kurtulmuş li Qesra Çankayayê, di dema ku civîna Encumena Wezîran ya bi seroktiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu berdewam bû da, ji rojnamevanan ra axivî û bersiva pirsan da.
Di bersiva pirsa rojnamevanekî da ku pirsî, "Gelo dikarî derbarê sazkirina ewlekariya ya nû de çi agahiyan bidî?" di bersivê da Kurtulmuş got, " Rehendên aborî û civakî yên Plana Çalakiya Mastera Têkoşîna dijî terorê, hene. Têkoşîna dijî rewşeke demkî ye. Heta heta dewam nake."
Kurtulmuş got, "Piştî ku rêxistina terorê bi temamî hat xilaskrin ê pêvajoya restorasyonê destpê bike. Ew hemî tiştên nebaş ku li herêmê qewimîn ê bên telafîkirin. Emê pêvajoyeke lezgîn ya restorasyonê bidin destpêkirin û wan zirarên ku gelê me dîtiye, hemiyan telafî bikin. Ev mijar di koordînasyona min da ye, cenabê Serokwezîrê me ev wezîfe sipartiye min. Pêşî me 2 civîn digel hevalên xwe yên wezîrên eleqedar li dar xistin. Piştra me digel yekîneyên ewlekariyê jî civînek li dar xist û mesele hate qonaxa xwe ya dawiyê."
Berdevkê Hikûmetê herwiha got, "Serokwezîrê me di serdana xwe ya Mêrdînê da ku biryar e vê roja înê bike, hûrgiliyên vê plana çalakiyê ku hemî rehendên aborî û civakî yên têkoşîna dijî terorê di xwe da digire, wê bi gel ra parve bike. Di demeke kurt da emê terorê xilas bikin. Herwiha emê pêvajoyeke lezgîn ya restorasyonê bidin destpêkirin û wan zirarên ku gelê me dîtiye, hemiyan telafî bikin. Ji bo vî tiştî jî emê tedbîrên weke telafikirina zirara pîşekaran, ji bo vegerandina ewlekariyê li avahî û bajaran, ji bo temînkirina ewlekariyê di cihên weke bazaran û nav civaka sivîl û esnafan. Di demeke kurt da herêm ê fatoreya texrîbata rêxistinên terorê deyne hêlekê û wê di rêya xwe da berdewam bibe."