Endamên CHPyî, MHPyî û BDPyî yên Nivîsandina Komîsyona Destûra Bingehîn civiyan.
Piştî civîna ku di bin serokatiya Parlamenterê MHPê yê Konyayê Farûk Bal de saet û nîvê hat, Endamê Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn a TBMMê û Parlamenterê CHPê yê Konyayê Atîla Kart, daxuyanî da nûçegihanan. Kart Îdia kir ku Serokê Parlamentoyê Cemîl Çîçek biryar da ku tekstên di her du civînên dawî de hatin amadekirin ji bo girtina dîtin û pêşniyarên gel dê pêşkêşî gel bên kirin û paşê jî bikin pirtûk.
Kart, îdia kir ku Serokê Meclîsê 4 roj din dê komîsyonê belav bike, komîsyon ji serê sala 2013an vir ve dixebite, lê AK Partî naxwaze xebat dewam bikin û got: "Xebatên komîsyonê dewam dikin, lê AKP nawxaze ev xebat dewam bikin. Komîsyon hêj belav nebûye lê AKP dixwaze komîsyonê belav bike."
Endamê Komîsyonê yê din Farûk Bal jî îdia kir ku li ser xebatên komîsyonê hin listîkên qirêj hatin listîn û wiha dewam kir: "AKPê bi pêşniyara pergala serokatiyê pêşî li xebatan kir. Pergal ji 41 madeyan pêk dihat û qebûl kirina wê ne mumkun bû. Jixwe armanca wan çêkirina makezagonekê nebû, armanca wan ew e ku makezagona AKPê çêkin."
Endamê Komîsyonê yê din û Parlamenterê BDPê yê Batmanê Bengî Yildiz jî, diyar kir ku her du civînên dawî ji bo ku xebat baştir bên meşandin hatin kirin û wiha got: "Yên ku dibêjin em bawer nakin komîsyona makezagonê çêke, divê ji komîsyonê derkevin û li benda xilaskirina Serokê Meclîsê nesekinin."
Yildiz îdia kir ku çapemeniyê eleqeyeke baş nîşanî xebatan neda û bêalî nebû û wiha pê de çû: "Berevajî çapemeniyê alîgirî kir û her wiha zirar da xebatan. Lê dema ku niqaşeke piçûk jî çêbû, nêzî 15 deqiqeyan li ser qanalên nûçeyan dan. Heke AK Partî beşdarî civîna 2yemîn û 3yemîn jî nebe, wê demê dê bixwe komîsyonê derkeve. Heta hingê em ê xebatên xwe bidomînin."