Balyozê Fransayê yê Ankarayê Laûrent Bîlî got: "Em ji sedî sed piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û înşelah dê encameke baş jê derkeve."
Balyoz Bîlî, beşdarî semînera "Tundiya Li Ser Jinan" ya ku li Diyarbekirê hat lidarxistin, bû û li vir pirsên nûçegihanan bi tirkî bersivandin. Bîlî got ku bi tenê li Tirkiyeyê tundî li jinan nayê kirin, heman pirsigirêk li Fransayê jî heye.
Bîlî got ku li Fransayê saziyên sivîl ên civakî digel Wezareta Dadê li dijî tundiyê bi hev re tevdigerin. Bîlî got armanca me ew e ku em vê tecrubeyê bi saya semîneran ji gelê Diyarbekirê re jî vebêjin, bala her kesê bikêşin ser vê û bi hev bişêwirin.
-Sê jinên li Parîsê hatin kuştin
Bîlî, pirsa "Doza jinên li Parîsê hatin kuştin di kîjan astê de ye?" jî wiha bersivand: "Hemû kes dixwaze kujer derkevin holê û lêkolînên der barê mijarê de dewam dikin." Bîlî diyar kir ku dê heta dawiyê li ser lêkolînê bikin, pêdiviya wan bi demê heye, di dawiya dawîn de jî dê kujeran derxin holê."
-Pêvajoya çareseriyê
Bîlî, der barê pêvajoya çareseriyê de got ku em hêvîdar in û wiha dewam kir: "Înşelah heta dawiyê pêvajo dewam bike. Ev ji bo herêm û Tirkiyeyê pir girîng e. Ji Fransayê karsaz kêm tên herêmê. Ji ber tundiyê tu kes naxwaze li herêmê karxaneyan ava bike û sermayedanînê bike. Lêbelê bi pêvajoya çereseriyê re ev yek diguhere. Em ji sedî sed piştgiriyê didin pêvajoyê."