Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) yê li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Aydin Marûf Selîm diyar kir ku dixwazin Tirkiye ji bilî bazirganiyê di qadên din de jî bi Iraqê re têkiliyên baş deyne.
Selîm û lijneya ku ji 5 kesan pêk dihat, bi hev re hatin Manavgata navçeya Antalyayê. Li vê derê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Manavgatê (MATSO) ziyaret kirin û bal kişandin ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de. Parlementer Selîm li vê derê xeberda û ji bo têkiliyên her du dewletan got: "Di van deman de navbera Tirkiye û Iraqê xweş e. Em jî piştgiriyê didin van geşedanên xweş. Tirkiye destekê dide Iraq û dewletên tirk yên din. Em ji bo vê kêfxweş in. Em dixwazin ku ev alîkariya wan her tim dewam bike. Em dixwazin ku Tirkiye bi Iraqê re ji bilî bazirganiyê di hêla çand û perwerdehiyê de jî têkiliyên baş deyne û pêşve bibe."
Serokê MATSOyê Ahmet Boztaş jî destnîşan kir ku bi ezimandina van mêvanên pir kêfxweş bûye.