Ekip
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ÎSTANBUL (AA) - Dadgeha Cezayê Giran a 14an ya Stenbolê di mijara sekinandina tirên MÎTê da der heqê Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê da bi hinceta "bi armanca sixûriya leşkerî yan jî siyasî eşkerekirina agahiyên dewletê yên ku dibê veşartî bimînin" cezayê hepsê yê 25 salan hat xwestin û biryar hat dayîn ku bê girtin."
Dadgeha Cezayê Giran a 14an ya Stenbolê biryar da ku dosyeya doza ku der heqê bûyera sekinandina TIRên MÎTê da gerînendeyê weşana giştî yê rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar, nûnerê Enqereyê yê rojnameyê Erdem Gul û Parlementerê CHPê Enîs Berberoglu ji ber sûcê "bêyî ku bibe endamê rêxistina terorê ya çekdar bi zanetî û dilxwazî alîkariya rêxistinê kirine", ji hev were veqetandin.