Ekip
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Unal der barê bibîranînên 15ê Tîrmehê de got: "Her çiqas bixwazin veşêrin û bêîtibar bikin jî em girîngî û qîmeta 15ê Tîrmehê ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin şeva 15ê Tîrmehê gel destaneke çawa nivîsand. Em ê nehêlin hin kes 15ê Tîrmehê bêîtibar bikin. Em ê nehêlin bi gotinên 'derbeya bikontrol' û 'derbeya hatiye mehkûmkirin' 15ê Tîrmehê bi destê hin kesan bê veşartin û bêîtibarkirin."
Unal der barê bernameyên bibîranîna 15ê Tîrmehê de daxuyanî da.
Berdevkê AK Partiyê behsa girîngiya 15ê Tîrmehê kir û got "Wek AK Partî ji bo 15ê Tîrmehê em ê di 11ê Tîrmehê da li 81 bajarî tevlî çalakiyan bibin."
Der heqê bêîtibarkirin û hin îddiayên din de jî wiha nirxandin kir:
"Her çiqas bixwazin veşêrin û bêîtibar bikin jî em girîngî û qîmeta 15ê Tîrmehê ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin şeva 15ê Tîrmehê gel destaneke çawa nivîsand. Em ê nehêlin hin kes 15ê Tîrmehê bêîtibar bikin. Em ê nehêlin bi gotinên 'derbeya bikontrol' û 'derbeya hatiye mehkûmkirin' 15ê Tîrmehê bi destê hin kesan bê veşartin û bêîtibarkirin."
Serlêdana CHPê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî wiha şirove kir:
"Encama biryarên Lijneya Bilind a Hilbijartinê teqez û eşkere ye. Biryara dawîn a ku Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû jî eşkere ye. Biryara ku DMME bide jî ji niha va eşkere ye. Mixabin CHPa Kemal Kiliçdaroglu di ser mijarên pirsgirêkên Tirkiyeyê ra siyaseta îstismarê dike û ew ê vê helwesta xwe bidomîne jî."