Tesîs û berhemên ku bi destê Ajansa Kordînasyon û Tevkariya Tirkan (TÎKA) li welatên cuda hatin çêkirin bi merasima vekirina komî ya ku li ATO Congresîumê bi navê "Heman mor, erdên cuda" hat lidarxistin va hatin vekirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasimê da axivî û wiha got: "Kesên ku di mijara îxaneta li emanetê Fatîh de ji nirxên gel bê xeber in û rêxistina fesadiyê ya ku îstismara van dike dikarin re bên bal hev. Van her du aliyan hevkariya xwe ya veşartî ya di dema bûyerên Geziyê de êdî eşkere kirin. Em hewl didin ku li çar aliyê dinyayê emanetên kalikên xwe vejînin lê ev li welatê me ji bo îhyakirina emanetê Fatîh astengiyan derdixînin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hin kes li dijî çêkirina mescida li Bircên Rûmeliyê derdikevin û wiha pê da çû:
"Hewl didin ku mescida li Bircên Rûmeliyê ya ku emanetê Fatîh e dîsa bê çêkirin. Înşaeta wê hê dewam dike, ku negihêje remezanê jî înşaellah ew ê bigihêje eydê û bê vekirin. Ev xizmeteke çiqasî rind e, wer nîne? Xwedê ji yê ku çêdikin ra razî be. Lê belê em mêze dikin ku di merasima xelatekê da, hin kesên ku ji xwe ra dibêjin hunermend derdikevin û dibêjin 'Em destûrê nadin ku li vê derê mescid bê çêkirin.' Hûn kê ji mala kê diqewitînin. Ew der ji xwe cihê mescidê ye."
Serokomar Erdogan: "Mixabin li welatê me hê jî nêrîneke ku ji kalikên xwe şerm dike, xwedîlêderketina mîrateya kalikan bide aliyekî, li dijî ew kesên ku wana ji nû ve sax dikin derdikevin, heye. Em hin nivîskaran dibînin dema mirov dibêje 'kalik' begên me aciz dibin. Çima ji ber ku ev bê esl û bê binyad in, eslê wan xirab e."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em berevajiyê kesên ku xeyalên wan nagihêje 81 wîlayetên me, em li 3 parzemîn û her aliyan bi nêrîneke biratî têkoşîna parastina anorê didin. Di me da dirûşme û îstismar tune. Em ji bo jiyan û jiyandinê dixebitin. Êş û jana birayên me yên azerî yên ku piştî Şerê Cîhanê yê 2yan li ser Pireya Boraltanê hatin teslîmkirin hê di dilê me da ye. Kesên ku îro qala bi zorê paşdaşandina mêvanên me yên ji Iraq û Sûriyeyê dikin, dixwazin ku di rêya Şefê xwe yê Millî da herin, lê belê miletê me destûrê nade ku carekê dîsa rûreşiyeke wisa bijî.
Serokomar Erdogan bal kişand ser gotina Hevserokê Gişkî yê HDPyê Demirtaş a ku gotibû "Teqsîm Kebeya me ye" û wiha pê da çû: Berê Şefê Millî jî wisa digot. Di wê demê da ew jî di heman fikrê da bûn. Ew zêhniyeta jî di heman fikrê da bû. Çi digot? Digot, 'Bira Kebe ji ereban ra be, Çankaya têra me dike'. Niha jî evana heman tiştî dibêjin. Dibêjin 'Bira Kebe ji ereban ra be, Teqsîm têra me dike'. Tu ferqa wan heye? Herdu jî ji hev du xirabtir in. Ez bawer dikim ku birayên min ên kurd ên misliman ew ê bersiva vê gotinê bidin wan. Tu şikeke min tune ew ê bersivê bidin wan."