SİVAS
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe ya di dema ziyareta Walîtiya Sêwasê de diyar kir ku ji ber mirina diya Mûhsîn Yazicioglu, Fîdan Yaziciogluyê hat Sêwasê û beşdarî merasima cinazeyê bû.
Davutoglu got ku "Min di heyama Wezîrtiya xwe ya Karên Derve de li Sêwasê Fîdan Xanima diya Mûhsîn Yazicioglu li mala wan ziyaret kiribû û destê wê ramûsabû" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Jineke heqîqî ya Anadoluyê bû. Min bi helwesta wê û mêvanperweriya wê bîranîneke ku tu carê ji bîr nakim, dît. Xwedê car din rehma xwe lê bike. Xwedê rehma xwe li dostê min Mûhsîn Yazicioglû bike. Ez sersaxiyê didim hemû hemşehriyên me yên sêwasî."
Davutoglu li ser pirsa rojnamevanan a der barê Pakêta Ewlehiya Navxweyî de got ku di nav 3 rojan de li Parlementoyê bi dîmenên qet hêvî nedikirin re rû bi rû man.
Davutoglu qal kir ku Pakêta Ewlehiya Navxweyî piştî bûyerên 6-7ê cotmehê bi xebatên gelek hûrgilî hat amadekirin û qanûneke wisa ye ku jê wê demê ve di rojevê de ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev qanûn qanûneke wisa ye ku her çiqas di van rojan de hatibe rojeva parlementoyê jî ev çendîn meh in ji meha sermewazê heta niha em hûrgiliyên wê bi raya giştî re parve dikin. Ew partiyên muxalif ên ku di nav vê demê de bi tu awayî keda wan di vê qanûnê de tuneye, rexneyên wan bêbingeh in û bi dehan caran me bangî wan kir ku bila ramaneke alternatîf pêşkêşî me bikin, di carekê de bi awayekî hevkar tundî û tevgera ku bi rastî jî bi meclisa me nakeve tînin nav meclisa me. Du hefte berê me wexta vê qanûnê dirêj kiribû, hefta borî jî dirêj kir. Gelo (partiyên muxalefetê wê bi awayekî eqlê selîm biryarekê beyan bikin?) Di şûna biryarbeyankirinê de dêmekî ew bi awayekî veşarî hatine bal hev û li ser hin mijaran li hev kirine, lewra ew partiyên bi tu awayî hatina wan a bal hev ne mimkun e, li ser heman mijarê hatine cem hev. HDP pêşîkêşiya vê dike, CHP piştgiriyê dide û ji bo dagirkirina kursiyan hewl dide, MHP jî piştgiriyê dide wan. Ev rewş rewşeke pir ecêpmayî ye. Berî her tiştê ji aliyê siyasetê ve divê em vê yekê destnîşan bikin."
Davutoglu got dibe ku di hevdîtinên parlementoyê de astengkirin çêbe lê belê rê û rêbaza vê yekê jî heye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Astengkirin bi mudaxalekirina kesên ku li ser qursî diaxivin, radana ser wî an jî hin mudaxaleyên li ser cîgirseroka ku civînê bi rê ve dibe û rûniştinê îdare dike, nabe. Dîsa di nav tuzuka navxweyî ya parlementoyê de, jixwe ev pêşniyaznameyên koma her roj di rojevê de bi pêşniyaznameyên ku tu wateyên wan tunin tên astengkirin."
- Koalîsyona molotofavêjan
Serokwezîr Davutoglu got "Ew kesên ku dixwazin vê qanûnê asteng bikin, ji atmosfera şidetê berpirsyar in. Ew kesên ji bo ku vê qanûnê asteng bikin parlemento jî kirina wek qada şidetê nikarin hesaba vê yekê bidin gel. MHPya ku piştgiriyê dide wan jî nikare bide. Hemû bi hev re molotofê diparêzin. Ev koalîsyona molotofavêjan e. Koalîsyona molotofê ye..."
Davutoglu got ku "Me gelek badîre dîtin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gelek tiştên wiha berê jî hatin serê me. Em rastî gelek tundî û rêbazên astengiyê wek vana bûn. Di heyama referandûma sala 2010an de çi qewimî, pêvajoyeke çawa qewimî herkes dizane. Di wan gavên ku em diavêjin de tu tiştekî li dijî rê û rêzên meclisê wê neyê kirin û em ji wê biryara derxistina qanûnê jî dest bernadin. Heke hewce bike rûniştin wê heta serê sibehê dewam bikin, lewra em naxwazin ku careke din qîzên me yên ku bi molotofan ve hatine şewitandin bibînin. Careke din em destûrê nadin wan vandalên rûpêçayî yên ku derketin kûçe û kolanan û her alî ser û bin kirin."