Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî civîna Platforma Weşanê ya Anadoluyê ya ku ji nûnerên çapemeniya herêmî pêk tê û li Otêla JW Marrîottê hat lidarxistin bû û li vir derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Davutoglu got ku ew dixwazin di vê serdemê de ji bo pêvajoyê hemû alî bi hev du re tevbigerin û destnîşan kir pêvajo wekî ku hin alî îdia dikin "pêvajoyeke mekanîk a mizakereyan" nîne.
Davutoglu wiha pê ve çû: "Berî desthilatdariya me mirovên ku kurdî diaxivîn ji ber ku bi kurdî diaxivîn biçûk dixistin, dayikên ku diçûn girtîgehan nikaribûn bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin hebûn. Xîmê pêvajoya çareseriyê li ser êş û rewşa trajîk a wan dayikan hat avêtin û armanc ew e ku bigihîjin encamekê baş."
Davutoglu got ku hemû ziman xweşik in û axaftina xwe wiha domand:
"Di navbera kurmanciya xweşik a Feqiyê Teyran û tirkiya xweşik a Yûnûs Emre de tu ferq tune ye. Heke bi zimanekê mihabet bê kirin, heke zimeneke bibe zimanê hezkirinê ew ziman li hemû derî xweşik e. Kî bi wê zimanê diaxife bila biaxife ew ziman baş e û xweşik e. Lê kîjan ziman dibe bila bibe ku bibe zimanê nefretê ew ziman nexweş e û ne baş e. Li ku derê dibe bila bibe; kî pê diaxife bila pê biaxife ew ziman ne xweşik e û ne baş e. Ew ziman zimanê me nîne. Lewra Hezretî Mihemed jî bi erebî diaxivî, Ebû Cehil jî bi erebî diaxivî. Ya rast bi kîjan zimanî diaxifin ne girîng e, ya girîng ew e ku bi wî zimanî çi dibêjin."