ANKARA
Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) yê berê Hakan Fîdan ji bo bibe namzedê namzediya parlementeriyê serî li AK Partiyê xist.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Fîdan ji bo ku di hilbijartinên 7ê hezîranê da bibe namzedê namzediyê serî li AK Partiyê xist.
Hakan Fîdan ji 25ê gulana 2010an vir da wezîfeya Misteşariya MÎTê dikir. Fîdan di 7 sibatê da daxwazname dabû ku bira di 10ê sibatê da îstifaya wî bê qebûlkirin û ji wezîfeya xwe dev berdabû.