02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Agbalê ku bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) der barê îskontoya kirin da got: "Ev îskontoyên me kir wê firotina welatiyên me zêde bike û bazirganiyê pêşve bibe."
Agbal li Maseya Edîtorên AAyê hat ezimandin, bersiva pirsan da û herwiha rojevê nirxand.
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal diyar kir ku daxistina bacê (Daxistina KDV û OTVyê) ew ê di dahatê da bibe sedema kêmbûnê û got: "Li gor hesabê me, serastkirinên ku me di KDV û OTVyê da kirin ew ê qasî milyarek lireyî bibe sedema kêmbûna dahata budçeyê."
Ji daxuyaniya Agbal hin sernavên derketin pêş ev in:
Ji îlona sala par hetanî dawiya adara îsal di avahiyên ku bê teslîmkirin da erzaniya KDVyê hebû. Me KDV ji sedî 18an daxistibû ji sedî 8an. Em vê demê ji dawiya adarê hetanî dawiya îlonê dirêj dikin.
Li gor xebatên ewil ên maliyetê yên ku hevalên me kirin, ji bo referandûmê kêm zêde 190 milyon lire pereyê ji budçeya rêveberiya navendî bê xerckirin.
Di 2017an da planeke me ya ji bo zêdekirina bacê tuneye.
Heta niha 3 hezar dosyeyên ku têkiliya wan bi rêxistinên terorê re hene me vekirin. Di vê çarçoveyê de MASAKê der heqê 93 hezar 717 kesan da lêpirsin da destpêkirin. Li ser daxwaza dozgeriyê bi taybetî yên ku endamên FETOyê ne, der heqê 89 hezar 689 kesan da lêkolînên darayî niha tên kirin. Dîsa ji aliyê MASAKê va der heqê 59 hezar kesan da analîzên darayî hatine kirin û raporên wan hatine şandin.
Di heyama pêşiya me da hem biryarên ku komîteya xurekê bide hem pêkanînên ku Bankeya Navendî bike hem jî polîtîkayên darayiyê ew ê enflasyona wedeya demnavîn berjêr daxe."