10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo rêxistinên terorê got: "Hemû jî dijminê welat û dewleta me ne. Xwîn ketiye çavên hemûyan, ji bo ji holê rakirina dewleta me sond xwarine, komeke ku ji kujeran pêk tê beden û rihê xwe bi kirê dane. Ev rêxistin bi salane yên ku wan bi kar tînin heta tebeqeya xwe ya civakî jî carinan bi kirinên xwe ecêbmayî dihêlin. Evana bi xwînrêtinê bûne hovên serdema me."
Ji xeberdana Serokomar Erdogan hin sernav:
"Şerta ewil a serkeftina têkoşîna me ya navneteweyî û derveyî sînor, bihêzgirtina navxweyî ya welêtê me ye. Heke em li welatê xwe aramî, ewlehiyê temîn nekin, wê li derveyî welêt tu qîmeta me tune be, em ê nikaribin gavekê jî biavêjin. Ew kesên ku rêxistinên terorê ji bo bi vardiya li welatê me çalakiyan li dar bixin teşwîq dikin, eha vê dixwazin.
Heta duhê welatên ku têkoşîna dijî DEAŞê xistibûn rêza serî ya ajanda xwe, em îro bi şiklekî îbretane dibînin, herwekî ku DEAŞ xistibin bin parêzvaniya xwe da tevdigerin. Ew plan û projeyên bêyî ku li pêkhateya dîrokî, qewmî û çandî bigirin berçav, bi temamî li ser kaxezê tên girêdan, yeka yek têk diçin. Tirkiye di nava van hemî girjiyan da, hewl dide ku hem ji bo xwe û hem ji bo birayên xwe, tişta herî baş bike.
Tirkiye mecbûr e ku têkoşîna terorê û li herêma xwe, hemû operasyonan bi tena serê xwe, bi derfetên xwe û bi ewladên xwe va bimeşîne. Yên ku vê rewşê fêm nakin û dijî vê dertên, li ber heqîqetan çavê xwe digirin. Heke hûn bi hêz bin dostanî, tifaq, têkiliyên baş, piştevanî, tevkarî kêr tên, heke na hûn bawer bikin ku tenê wek gotin dimîne. Ji ber vê yekê em mecbûr in ku wek Tirkiyeyê, xurt bibin, wek welat xurt bibin, wek hikûmet xurt bibin.
Li hemberî pirsgirêkên ku sedema wê endamên çi FETOyê çi jî rêxistinên cudaxwaz in û teletel di nava dewletê da xwe rêxistin kirine, divê em hişyar bin. Paqijkirina kesên ku peywendiya wan bi rêxistinên terorê ra hene, bi qasî kuştina terorîstên çekdar girîng e.
Heke li ciyên ku hûn lê wezîfeyê dikin rêxistinên terorê ji xwe ra bingehê dibînin, bibe nebe ew ê terorîstê bi awayekê ji wê derê derkevin û berî sîlaha xwe di mesûmekê li vî welatî da bikin. Dibê em rind bizanibin ku heqê me tune ye em bikevin rehawetê, karê xwe paşda biavêjin û şaşiyan bikin. Ez dibêjim ya 'seferberiya neteweyî' mixatabê vê bangî pêşiyê hûn in. Hûnê vê seferberiya neteweyî pîlan bikin û pêk bînin."