ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya here Kîeva paytextê Ukraynayê li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê çêkir û pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê da bersivand.
Erdogan li ser pirsa "Tê gotin ku di çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê da Lijneya Şopandinê hatiye avakirin û qala kesên wek Kadîr Înanir, Denîz Ulke Aribogan û Avnî Ozgurel tê kirin, hûn çawa dinirxînin?" wiha got: "Ez ji rojnameyan dixwînim. Haya min ji tiştekî wiha tuneye. Divê ez eşkere bibêbijim. Ez vê erênî nabînim. Lewra di heyama Serokwezîriya min da ji min pirsîbûn 'Hûn çûyîna komeke ji mirovên aqilmend çawa dinirxînin', min wê çaxê jî gotibû em tiştekî wiha nafikirin û niha jî heman tiştî dibêjim. Ev ne tiştên rast in."
- "Tiştên wiha hewce nakin û ez rast nabînim"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li hemû welatan rêxistinên îstixbaratê pêvajoyên wiha îdare dikin û wiha axivî: "Ew van kar û baran îdare dikin. Me ji partiya ku nûnerên wan siyasî ne 3 kes şandin. Hewce nake ev bê veşartin, lê meseleya ku ev hejmar ji 3yan derkeve 5an, 7an, 10an, 15an an jî şandine komeke din... Wê çi biguhere? Karên wiha ji bo ku dilê hin kesan xweş bibe nayên kirin. Heger rêvebirina vê meseleyê di destê hikûmetê da be, divê çi bikeve ser milan bike û di pêvajoyê da bide meşandin. Divê pêvajo di nav çarçoveya xwe da bimîne. Fikra min ev e. Hûn dizanin çend caran hin nivîskarên romanan jî şandin çiyê. Di encamê da çi derket? Gelo wê romanên teze bidin nivîsandin, gaveke wiha davêjin? Tiştên wiha hewce nakin û ez rast nabînim."