Muhammet Kurşun
01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Di sîstema hikûmeta serkomariyê de fesix tuneye lê tiştek heye ew jî nûbûna hilbijartinê ye. Nûbûna hilbijartinê li hemberî xitimîn û krîzê tevdîrek e."
Der heqê dengê Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu jî Serokwezîr Yildirim wiha axivî:
"Ez der heqê dengê kesekî din de hukim bidim dê bênezaketiyeke mezin be. Min rengê dengê tu kesî nepirsiye. Em fêde û ehemmiyeta dengê 'erê' vedibêjin û qal dikin ka ev reng deng tê çi me'neyê. Dê dengê 'erê' ji welatê me, gencên me, neviyên ku emê welat emanetî wan bikin re çi qasî muhîm e em îzah dikin. Ahmet Davutoglu Beg li komîsyonê, li meclisê destekkir. Em hevalên rêyekê ne. Em bi hev re ketin rê. Abdullah Gul Beg yek ji damezrênerê vê partiyê ye. Ahmet Beg piştre daxil bû. Ez ji avakarê partiyê me. Hevaltiya me ya rê ne li gor mudetekî ye. Ev hevaltî heta axretê diçe, em li axretê jî heval in. Carinan xeletiyên me tevan dibin. Lê tu hevalê me îxanet bi vê hevaltiya rêyê nekiriye, nake jî... Ferqa AK Partiyê ev e..."
Serokwezîr Bînalî Yildirim, der heqê ankêtên berî referandûmê de jî got: "Encama ankêtan heye lê ez niha nikarim parve bikim. Ez vê wek bêhurmetiyê li hemberî welatiyên me dibînim. Ankêta rast, encama rast dengên ku dê welatiyên me li 16ê Nîsanê bidin."