Muhammet Kurşun
01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê sîstema nû ya serkomariyê de got: "Di sîstema hikûmeta serkomariyê de fesix tuneye lê tiştek heye ew jî nûbûna hilbijartinê ye. Nûbûna hilbijartinê li hemberî xitimîn û krîzê tevdîrek e."
Yildirim, li bernameya taybet ya CNN Turk û Kanal Dyê der barê referandûm û rojeva welat nirxandin kirin.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di sîstemê de fesix tuneye lê nûbûna hilbijartinê heye û ev jî ji bo tevdîrê ye û got:
"Di sîstema hikûmeta serkomariyê de fesix tuneye lê tiştek heye ew jî nûbûna hilbijartinê ye. Nûbûna hilbijartinê li hemberî xitimîn û krîzê tevdîrek e."
Der heqê ankêtên hilbijartinê de jî wiha axivî:
"Encama ankêtan heye lê ez niha nikarim parve bikim. Ez vê wek bêhurmetiyê li hemberî welatiyên me dibînim. Ankêta rast, encama rast dengên ku dê welatiyên me li 16ê Nîsanê bidin."
- Dengê Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu di referandûmê de
Serokwezîr Yildirim, der heqê dengê Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu di referandûmê de wiha nirxandin kir:
"Ez der heqê dengê kesekî din de hukim bidim dê bênezaketiyeke mezin be. Min rengê dengê tu kesî nepirsiye. Em fêde û ehemmiyeta dengê 'erê' vedibêjin û qal dikin ka ev reng deng tê çi me'neyê. Dê dengê 'erê' ji welatê me, gencên me, neviyên ku emê welat emanetî wan bikin re çi qasî muhîm e em îzah dikin. Ahmet Davutoglu Beg li komîsyonê, li meclisê destekkir. Em hevalên rêyekê ne. Em bi hev re ketin rê. Abdullah Gul Beg yek ji damezrênerê vê partiyê ye. Ahmet Beg piştre daxil bû. Ez ji avakarê partiyê me. Hevaltiya me ya rê ne li gor mudetekî ye. Ev hevaltî heta axretê diçe, em li axretê jî heval in. Carinan xeletiyên me tevan dibin. Lê tu hevalê me îxanet bi vê hevaltiya rêyê nekiriye, nake jî... Ferqa AK Partiyê ev e..."
Li ser helwesta rêveberiya Trump derh heqê FETO de jî wiha agahî dan:
"Ya rastî me ev mesele ji Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê re qal kir, wî jî cewabên wek 'mesele li mehkemeyan e, em jî taqîb dikin' ên giştî dan. Hê geşedaneke di asta em dixwazin de tuneye lê em dev ji vê meseleyê bernadin."
Îddiayên ku Adil Oksuz li Tirkiyê li nûneriya dîplomatîk a welatekî xwe vedişêre jî wiha şirove kirin:
"Helbet li her derê lê digerin. Dema ku nayê dîtin jî ev îddia û yên wek vê derdikevin holê. Em li pey meseleyê ne. Li ku dibe bila bibe emê lê bigerin û bibînin. Bi mirî yan jî sax... Ev îddiayeke nû ye, em hemû îddiayan bi ciddî digirin û em li serê bi baldarî nirxandinan dikin."
Serokwezîr Yildirim, girtina cîgirê rêveberê Halkbankê li Emrîkayê jî wiha nirxand: "Helbet ev jî rewşeke balkêş e, tiştekî nayê fêmkirin. Ev heval ji 2014an ve 7-8 caran çûye û hatiye. Heta vî wextî tiştek nabe. Lê vê carê tê girtin. Sedema girtinê jî doza Riza Zerrab. Îmzeya wî li binê şandina hin pereyan de heye ku ambargoya li ser Îranê îxlal dike. Îddia ev e yanî. Baş e ev ne tiştekî nû ye, we wê demê nekir lê çima niha dikin? Li vir jî tiliya FETO tê de heye. Li vê derê gelekî eşkere ye ku lîstikeke FETO, planeke FETO heye."
Der heqê îddiayên derbeyê û helwesta welatiyan de jî Serokwezîr Bînalî Yildirim wiha hişyarî da:
"Divê herkes van rojan zêdetir bimesûliyet hereket bike. Divê hessas be. Divê hurmet ji hestiyariyên xelkê re were nîşandan. Xelkê me di van meseleyan de gelekî şiyar e. Di tevgereke biçûk de hema digerin, 'ezbenî li cem me îzin hatin rakirin eman baldar bin". Ev jî ne tiştekî baş e. Her daîm tirsa 'gelo wê îşev tiştek bibe' ne tiştekî baş e. Heqê me tuneye ku em însanan her demê di nav tirsê de bihêlin."
Serokwezîr Yildirim, der barê derketina bernameya televizyonê digel Kiliçdaroglu de wiha got: "Tu fêda wê çênabe, Kiliçdaroglu her daîm wek banda xerabe eynî tiştî dubare dike. Emê ku dera van nîqaş bikin? Eger mijareke neyê zanîn hebe emê rûnên biaxivin. Bila ev rapirsî derbas bibe. Em pêşeroja Tirkiyê û hedefên 2023an xeber bidin. Em dikarin van xeber bidin lê bila were wê xetê. Bila CHP were rojeva welat. Bila ji bayê derewan derkeve. Bila were jiyana rastiyê em rûnên biaxivin."